Dîvan Denîz 20 sal in li pêy edaletê ye 2021-05-23 09:02:43     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Hevjîna Ebûbekir Denîz, Dîvan Denîz, 20 sal in ji bo edalet pêk bê û kujer bên darizandin lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Dîvan diyar kir ku 20 sal in li pêy edaletê ne û got: "Heta dawiya emrê xwe ez ê li pêy doza xwe bim û ez ê xwe bighînim cenazeyê xwe."   Serokê HADEP'a Silopiya Şirnexê Sedar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz, piştî ku çûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê îfade bidin, venegeriyan malên xwe. 20 sal in malbat li benda vegera Serdar û Ebûbekir in. Malbat bi salane li eqûbeta wan dipirsin û tucarî dev jî lêgerîna edaletê bernedan. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê windakirina Ebûbekir û Serdar de cezayê tazmînatê ji Tirkiyeyê birî. Hevjîna Ebûbekir Denîz Dîvan Ebûbekir, ji ajansa me re behsa mijarê kir.    ‘Ji sala 2001'an heta îro me tu agahî ji wan negirt'    Dîvan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiyên xwe û got: "Di 25’ê çileya 2001’an de çawişê pispor Taşkin Akyûnê ku li Qereqola Navendî ya Fermandariya Navçeyê de peywirdar bû û bang li Serdar Taniş û hevjînê min kir ku îfade bidin. Hevjînê min û Serdar Taniş bi texsiyê çûn qereqolê ji bo îfadeyê bidin. Piştî ku nehatin me berê xwe da qereqolê. Ji me re gotin 'ew nehatine li qereqolê'. Piştre jî gotin 'karê wan ê îmzeyê hebû avêtin û çûn'. Lê piştre ji me re gotin 'biçin kî bangê wan kirine ji wan bipirsin'. Ji wê rojê vir de ji wan tu agahî nehat girtin. Me gelek caran serlêdan kirin, lê hemû bêencam man.”   ‘20 sal in êşa me didome'    Dîvan, hêvî dike ku rojek cenazeyê bidin malbatê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em çûn Kerboranê û ji me re gotin 'ev cenazeyê we ye'. Em 7 mehan benda cenazeya xwe man, lê belê nîşanê me nedan. Piştî çend meh derbas bû şûnde goran vekirin û di nav betaniyê de pêçayî bû. Di nava wê betaniyê de çengek hestî hebû. Lê belê ew cenaze ne cenazeyên me bûn. Em çengek hestiyê me hebe jî dixwazin. Çavên zarokên min tim li rê ye dê rojek bavên wan bê. Em hêvî dikin ku rojekî dê vegere. Di van 20 salan de di jiyana me de êş û hêvî kêm nebû. Êşa me 20 sal in berdewam dike, lê hêviya me heye."   ‘Zarokên min bêyî bavê xwe mezin bûn'    Dîvan, da zanîn ku her roja me bi xemginiyê derbas dibe û wiha axivî: "Em cejnan bi dilşikestî pêşwazî dikin. Di dema cejnê de gel diçe goristanên xwe. Heke gorekî hevjînê min hebûya û em ê jî biçûna serdana wî. Zarokên min her tim behsa serpêhatiya bavê xwe dikin û goristana wî dipirsin. Lê bersiva ne li cem min e. Ez hêj nikarim binîm ser zimanê xwe bêjim bavê we hat qetilkirin. Zarokên min 20 sal in bêyî bavê xwe mezin bûn."   ‘Ez ê heta dawiya emre lêgerîna xwe bidomînim'    Dîvan, destnîşan kir ku bi hezaran kes li herêmê bi heman aqûbetê re rûbirû man û Dîvan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê hevjînê min bi hezaran kes hat windakirin. Cihê ku em serî lê bidin nema. Lê belê hemû serlêdanên me bê encam man. Dozên ku me vekirin hemû bê encam man û hatin girtin. Dîroka mirina hevjînê min di qeydan de derbas nabe. Dema hilbijartinê kaxeza dengê wî jî tê. Lê belê em ê tu carî dev ji doza xwe bernadin. Kî berpirse bila bê darizandin. Em dixwazin edalet pêk bê. Em cenazeyên xwe dixwazin. Dema gora me hebe qet nebe sebra me pê bê. Em heta dawiyê li pey doza xwe bin. Heta dawiya emrê xwe ez ê lêgerîna edaletê bidomînim.”