Li Mexmûrê 156 roj in greva bircîbûnê didome 2021-05-22 14:45:15   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Greva bircîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 79’an û di roja 156’an de di dome.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin.    Saziya malbatên Şehîdan îro serdana çalakvanan kir û li ser navê saziyê Seyfeddîn Fendîk axivî û got: "Ev çalakiye ku ji aliyê girtiyên zindanan ve hatî dest pê kirin û belav bû. Ji bo ku em rêbertiya xwe bi fîzikî di nava xwe de bibînine me çalakî li dar xist. Tevayî çalakvanan em silav dikin û serkeftinê ji wan re di xwazin”.   Li ser navê çalakvanên greva birçibunê jî Emer Tahir axivî û got: "Em jî li ser navê çalakvanan xêrhatina saziya malbatên şehîdan dikin. Çalakiya ku me dayî destpêkirin li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û tevayî binpêkirina mafên girtiyan e. Her wiha ji bo pêngava ‘Dem dema azadiyêye’ ku ji aliyê gerillayên azadiyê ve hatî îlankirin. Êrîşên ku li ser xaka Kurdistanê çêdibin, berxwedana ku li hember wê tê kirin em dibêjîn em jî li gel wanin û dilê me li wir lêdide. Em bi hêvîne ku ev çalakiyên me bibin wesîleya azad kirina fîzîkî ya Rêber Apo.