Emîne Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nabin 2021-05-22 11:30:16   RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar 75 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomînin. Malbat bi rêya medyaya civakî gotin: "Li dijî zilmê em bêdeng nabin û em edaletê dixwazin.”   Emîne Şenyşar a ku hevjîn û du kurên xwe, di sala 2018’an de, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 75’an de, dewam kirin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.    Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya înternetê wêneyê ambûlanê yê Enver Yildiz û Halîl Yildiz ên birîndar têde bûn û rastî êrişa parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû, parve kir û ev peyam da: “1- Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin (Wêneyê ambulansa birîndar tê de bûn) 2- Belgeya fermî ya qeyda dengê birayê parlamenter (Îtîrafa mudaxilekirina darazê ye). Kuştina 4 mirovan ne pirsgirêke, piştî bûyerê Parlamentere Yildiz zêdetir bi hêz bû! Em edaletê dixwazin. Em ê li dijî zilmê bêdeng nebin.”