Li Mêrdînê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2021-05-22 09:32:58   MÊRDÎN - Li Mêrdînê Bedrîye Kaynak bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Bedrîye Kaynak a 45 salî ya li gundê Embarê ya girêdayî Artûkliya Mêrdînê rûdinê,  bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê birin morga nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê. Hat îdiakirin ku Bedrîyeyê xwe ji ser banê xanî avêtiye.   Piştî karê otopsiyê dê cenazeyê Bedriyeyê li gundê wê bê definkirin.