Malpera ajansa me hat astengkirin 2021-05-22 09:09:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Navnîşana malpera ajansa me ya bi navê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz bi biryara 4’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê ya  Amedê hate astengkirin.   Navnîşana malpera ajansa me ya bi navê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz hat astengkirin. Biryara astengiyê ji aliyê Desthilatiya Teknolojiyên Agahdariyê û Ragihandinê (BTK) û 4’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê ya  Amedê ve hat girtin.   Navnîşana malpera ajansa me ya bi navê jinnews25.xyz jî di 5’ê Gulanê de hatibû astengkirin.   Em li ser navnîşana înternetê ya bi navê jinnews28.xyz weşana xwe didomîne.