‘27 sal in ji bo hestiyê wî bibînim têdikoşim’ 2021-05-22 09:02:34   Sema Çaglak    AMED - Lahiya Ozturk 27 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasîf Ozturk dipirse û dixwaze bila edalet bê cih. Lahiya, destnîşan kir ku têkoşîna 27 salan dê bidome.    Navbera 17-31’ê gulanê wekî Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan hatiye destnîşankirin. Di salên 1990’î de 17 hezar mirovên ku hatin windakirin hê jî aqûbeta wan ne diyar e û kesên ku rewşa wan diyar bû jî ji ber ku darizandineke bi rêk û pêk nehat kirin kujerên wan hatin berdan. Xizmên windayan yên ku xwestin aqûbeta xizmên xwe bipirsin berî bi salan hatin gel hev û çalakiya “Xizmên Windayan” dan destpêkirin. Çalakiya ku pêk hatin bi her awayî hatin astengkirin. Lê malbat jî li dijî hemû astengiyan paşve gav navêtin.   Yek ji wan malbatan jî Lahiya Ozturk e ku aqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk yê ku 27 sal e winda ye dipirse. Hevjînê Lahiyayê di sala 1994’an de di encama oparasyona leşkeran a li bejahiya Pasûra Amedê de tê kirin de hatiye windakirin. Vasif Ozturk ê ku wê deme li gundê Cumhur ê Pasûrê bû, bi Cembelî Tuncer û  Efendî Şen re tê binçavkirin û şevekê li dibistana gund tên girtin. Di sere sibehê de Cembelî û Efendî tên berdan, li gorî agahiyên ku kesên bûn şahidên bûyerê dan Vasif Ozturk dest, ling û çavên wî tên girêdan û li helîkopterê siwar dikin û ji gund dibin.   '27 sal in ji bo ku hestiyê wî bibînîm têdikoşim’   Lahiya diyar kir ku 27 sal in ji bo cenazeya hevjînê xwe bibîne û kiryarên wî bên dîtin têdikoşe. Lahiya anî ziman ku li pey hevjîna xwe gelek çûye qerekolan lê belê tu agahî nekariye jê bigire û got: “Ez ew qas sal in ji o hestiyên hevjînê xwe bibinim, an jî parçeyek kince wî û şopek jê bibinim tev digerim. Gava ku hevjînê min hat winda kirin zarokên min gelek biçûk bûn. 27 sal in em gelek li pey ketin. Wê demê em ji Pasûrê çûn Licê. Ji me re gotin kesek wisa tune ye. Her çiqas me têkoşînê dida ewqas jî pêşiya me digirtin. Lê me tu carî dev jî têkoşîna xwe berneda. Em dixwazin goristanek wî hebe û zarokên me biçin li ser.”   ‘Dewlet dixwaze em aqûbeta wan bixin stûyê partiyê’   Lahiya destnîşan kir ku dewlet bi nêzikatiyên xwe dibêje heke hûn aqûbeta wan bixin stuyê PKK’ê ew ê dozê safî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Nêzikatiya dewletê wisa bû. Tunebûna hevjînê min gelek bandorê li me kir. Piştî wî hemû bar ketin ser pişta min. Zarokên min bavê xwe nasnekirin, ev tişt gelekî zehmet e. Ez hem ji bo aqûbeta hevjînê xwe û hem jî ji bo zarokên xwe her tim di nava têkoşînê de bûm.'   ‘Zarokên min sêwî man'    Lahiya, destnîşan kir ku ji bo edalet pêk bê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got: "Dema hevjînê min hat windakirin zaroka min a herî biçûk 3 mehî bû. Zarokên min sêwî man û pêrişan man. Piştî ku min ÎHD'ê nas kir me dest têkoşîna hiqûqê kir. Me jî serî DMME'ê da. Lê ne DMME û ne jî daraza dewletê serlêdana me qebûl kir."    ‘Têkoşîna me bidome’   Lahiya di dawiya axaftna xwe de bang kir: “Me gelek bedel da û em hê jî têkoşînê didin. Bi salane em aqûbeta xizmên xwe dipirsin lê dewlet tu bersîvê nade me. Ji ber ku dewlet bi xwe winda kiriye ku nikare bersîvek jî bide. Heta roja îro em çawa ji bo xizmên xwe têkoşiyane em ê ji îro û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta kujer bên darizandin û ez hestûyê hevjîna xwe bibinim dê têkoşîna me bidome.”