Mulkiye Esmez nehat tehliyekirin 2021-05-21 15:28:30     MÊRDÎN - Daneşîna 6’emîn a hevşaredara Dêrikê ya HDP’ê Mulkiye Esmez ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hat dîtin.     5’emîn Daneşîna  Doza Hevşaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya HDP'yî  Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Mulkiye ya ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tarûsê tê girtin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû. Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê,  malbat û parêzerên wê li daneşînê amade bûn.   Serdozger berdewamiya girtinê xwest   Serdozger di destpêka daneşînê de berdewamiya girtina Mulkiye Esmez xwest. Parêzer biryar qebûl nekir û wisa got: "Li ser hemû hevşaredaran gefek heye û hemû jî tên sûcbarkirin. Lewra jî derveyî kar û xebatên şaredariyê wê xwe tevlî bûyerên din nekiriye. Sûcbariya "Endamtiya rêxistinê, piştgirîdayîna Rêxistinê" tê kirin. Lewra di vê derbarê de bi tu awayî delîlên wan tune ne. Her wiha nexweşiya pençeşêrê bi Mulkiyeyê re heye. Pêwîst e bi lezgînî were berdan."   Daneşîn bi hinceta safîkirina delîlan taloqî 25'ê Hezîranê hat kirin.