Komîsyona Jinan a KNK'ê: Li dijî komkujiyê berxwedan divê 2021-05-21 14:49:50   NAVENDA NÛÇEYEN - Komîsyona Jinan a KNK'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir û got: "Em jinên kurd li dijî dagirkeriyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagirkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li jinên kurd ên li derveyê welat dijîn dikin, bi rêya siyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî li xeteriya mezin bigirin."    Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser Zoomê civînek pêk anî û encama civîna xwe aşkera kir. Bi daxuyaniyeke nivîskî encamnameya xwe aşkera kir.    Di daxuyaniya komîsyonê de wiha hat gotin:    "Wekî tê zanîn, dewleta tirk di roja salvegera qirkirina Gelê Emenî ango roja 24'ê Nîsana 2021'an de, li başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, bi hemû hêz û teknika xwe êrişek berfireh da despêkirin. Niha jî, li van herêman ev êrişên devleta Tirk a li hember gel û xwezaya Kurdistanê didomin. Em baş dizanin ku ev êrişên hovane ne tenê li hember gerîlayên HPG'ê tên meşandin, ev êriş li hember tevahî destkeftiyên Gelê Kurd û Kurdistanê ne. Bi taybetî jî desthilatdariya hikûmeta faşîst a AKP-MHPê bi feraseta Neo-Osmanî tevdigere û dixwaze Başûrê Kurdistanê jî, dagir bike û xeyalên xwe pêk bine. 24'ê Nîsanê salvegera fermana (jenosida) li dijî Gelê Ermenî ye. Di ve roje de destpêkirina êrişan ne tesadûfî ye. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê li dijî Gelê Kurd e.   Rastiya dagirkeriyê tê veşartin   Her çiqas ev rastî vekirî li ber çavan be jî, mixabin ji hêla hinek rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistana Başûr ve ev rastî derneketiye hişmendiyê. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî ya bi rengê 'Pirsgirêka Tirkiyê li gel kurdan tune ye, lê li gel PKK heye' tê wateya pejirandina siyaseta dewleta Tirk e. Bi daxuyaniyên wisa manîpulasyon tê kirin û rastiya şerê dagirkeriya dewleta tirk tê veşartin.    Li Başûr 47 barêgehên leşkerî hene    Ev şer şerê navbera PKK û dewleta tirk nîne. Ev şer şerê dewleta tirk ê li dijî Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk kaosa Rojhilata Navîn û parçebûna siyaseta kurd, ji bo xwe wek derfet dibîne û dixwaze him başûr û him jî rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji niha û pê ve li başûrê Kurdistanê zedetirî 47 barêgehên leşkerî ava kirine. Li Rojavayê jî, Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagirkiriye. Bi hemû erîşên leşkerî gav bi gav axa welatê me dagir dike û binesaziya jenosîda/komkujiya kurdan a pêşerojê amade dike.    Peymanên navdewletî hatin binpêkirin   Di dîplomasiya navdewletî de jî, hemû derfetên xwe seferber kiriye da ku ji bo tunekirina kurdan destûrê bigire. Gelek hezên navdeweletî jî, ji bo ku dewleta Tirk bikin bin kontrola xwe, çavên xwe ji vî şerê li dijî yasayên navdewletî re digrin. Li ber çavê cîhanê vezîre şer ê Tirk Hulusî Akar derbasî axa başûrê Kurdistanê bû û li vir di barêgeha leşkerî ya Tirk de şer koordîne kir. Bi awayekî pir zelal peyamanên navdewletî binpê kir. Halbû ku başûrê Kurdistanê wek herêmeke federe ya giredayî Iraqê ye.    Divê pêşî li ber xetereyan bigirin   Em jinên kurd li dijî dagirkerîyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagirkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû jinên kurd dikin ku rastî û xeteriya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberîya neteweyî. Bi taybet em banga jinên kurd yên li derveyê welat dikin, bi rêya siyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî xeteriya mezin bigrin.    Banga me ji bo hemû partiyên siyasî, rexistin, sazî û nîştimanperwerên kurd ew e ku li dijî dewleta tirk a dagirker û metînger helwestê nişan bidin.''