Sara Kaya di girtigehê de bi virusa koronayê ket 2021-05-21 12:53:05     MERSÎN - Hevseroka Şaredariya Nisebînê ya berê Sara Kaya li Grtigeha Girtî ya Jinan a Tersusê bi virusa koronayê ket.    Hevseroka Şaredariya Navçeya Nisebînê ya giredayê Mêrdînê ya berê Sara Kaya ku li Girtigeha Girtî ya Jinan a Tarsusê dimîne bi virusa koronayê (Covîd-19) ket. Li gorî agahiyên hatine girtin nexweşiyên Sarayê yên dil û tansiyonê henê û ji ber nexweşiyên wê her tim radikirin nexweşxaneyê. Sarayê ji ber vê sedemê, 3 meh in di kawişa karantînayê de dimine û ji ber çun û hatîna nexweşxaneyê bi virusa koronayê ketiye. Testa Sarayê ya PCR pozîtîf derketiye.