Li Esenlerê mirina jinekê ya bi guman 2021-05-21 12:32:00   STENBOL - Li Esenlerê Durdane Abay a 84 salî bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hat dîtin.   Li Navçeya Esenlerê ya Stenbolê Durdane Abay a 84 salî bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hat dîtin. Bûyer pîştî cîranên Durdaneyê li ser bêhna ji mala wê dihat agahî ji polîsan re ragihand derket holê. Cenazeyê Durdaneyê ji bo otopsiyê rakirin Morga Edlî ya Tipa Stenbolê.   Hat diyarkirin ku Durdaneyê bi du keçên xwe yên astengdarên zîhnî ne re dijiya. Polîsan herdu xwişkên astengdarên zîhnî yên temenê wan 35 û 40 in ji bo îfadeyê birin miduriyeta polîsan.