Emîne Erol a girtî: Tenduristiya min ber bi başbûnê ve diçe 2021-05-21 12:15:14   AMED - Emîne Erol a li Girtîgeha Jinê ya Amedê tê girtin û testa wê ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derketibû do rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku rewşa wê baş e.    Di 4'ê Gulanê de li koguşa B-11'ê ya Girtîgeha Jinê ya Amedê testa Vîrusa Koronayê ya 8 girtiyî pozîtîf derketibû. Yek jê ya testa wê pozîtîf derketibû Emîne Erol bû. Emîne do bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn ku ji ber pirsgirêka wê ya girtina hilmê 8 rojî bi cîhazê girêdayî maye. Emineyê diyar kir ku rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe lê belê hejmara girtiyên testa wan pozîtîf derdikevin zêde dibin.    Her wiha hat hînbûn hîn li koguşa B-12'yê di bin karantînayê de ye.