Emîne Şenyaşar: Dewlet tune ye, edalet tune ye lê zilm heye 2021-05-21 12:14:46   RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku doh li nobeta xwe ya edaletê bi lêdanê hatibûn binçavkirin îro hatin ber Edliyeya Rihayê û nobeta xwe ya edaletê didominîn. Emîneyê li vir axivî û got: “Dewlet tune ye, edalet tune ye lê zilm heye. ”   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di bûyerê de birîndar bû, dest bi nobeta “edaletê” kirin.  Çalakiya Emîne û Ferît di roja 74'emîn de berdewam dike.   ‘Dewlet tune ye, edalet tune ye’   Emineyê dema doh hatibû binçavkirin bi bîr anî û diyar kir ku polîs kesên ji bo piştgiriyê serdana wan dikin, asteng dikin. Emîneyê anî ziman û wiha got: “Nêzîkî 3 meh in em li vir rûdinin. Çima dîmenên me yên nexweşxaneyê nayên derxistin. Ez li kujerên zarokên xwe digerim. Dewlet tune ye, edalet tune ye lê zilm heye. Em biçin ku derê? Qey em li hember zilmê dawî li jiyana xwe bînin? Li me dixin. Çima dozger vî gûnehî dixe stûyê xwe?”   ‘Em ê li berxwe bidin’   Her wiha Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî “#adaletigetireceğiz (#emêedaletêbînin)” ev peyam parve kir: “Ev mertalên ku tên rakirin, bi armanca astengkirina daxwaza me ya edaletê ye. Tevî hemû mudaxaleyan û binçavkirinan jî em li ber Edliyeya Rihayê ne. Em ê bêdeng neminin û em ê liber xwe bidin.”