Bi ser malên kesên di bin çavan de hat girtin 2021-05-21 12:01:27     ENQERE - Polîsan îro di saetên serê sibehê de, bi ser malên 13 kesên di bin çavan de girtin û lêgerîn kirin.    Rêxistinên ked û demokrasiyê ji bo yek ji pêşengên nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, duh li Parka Tekmezar a navçeya Mamaka Enqereyê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de 12 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina 13 kesan hat dirêjkirin. Polîsan îro di saetên serê sibehê de, bi ser malên kesên di bin çavan de girtin û lêgerîn kirin.    Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Cîhan Altaş, Ozan Denîz Odemîş, Hasan Altûn, Denîz Agridogdû, Seçîl Işik, Faîk Hamarar, Huseyîn Gençay, Sila Yûrt, Selma Tokaç, Celîl Resîlogûllari, Dogûkan Ertan, Devîn Asya Açikellî, Berk Gokşar.