Xizmên Windayan: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin 2021-05-21 09:06:31     STENBOL - Di çarçoveya 21-27’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî de, em bi hevjîna Huseyîn Taşkaya  Sultan Taşkaya û keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy re axivî. Xizmên windayan diyar kirin ku tevî hemû astengiyan wê dest ji têkoşîn û lêgerîna edeletê bernedin.   Li Tirkiyeyê ji salên 1990’î heta niha bi hezaran kes hatin windakirin. Ji bo windakirinan heta îro gelek çalakî pêk anîn. Wek her sal  îsal jî di hefteya Windayan a navneteweyî de bal dikêşe ser aqûbeta windayan.   Xizmên windayan di 27’ê Gulana 1995’an de  bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û gumanbar bên cezakirin yekem car li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di vê çalakiyê de bal kişandin ser Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat binçavkirin, 58 roj îşkence lê hatibû kirin û qetilkirin.  Cenazeyê Hasan Ocak li goristana bêkesan hatibû definkirin. Dayikên Şemiyê di navbera 1995 û 2018’an de her roja şemiyê saet di 12.00’an li Qada Galatasarayê hatin cem hev.   Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxa 2018’an de ji bo çalakiya 700’emîn ketin qada Galatasarayê lê ji aliyê qeymeqamtiya Beyogluyê ve hat astengkirin. Li dayikan dabûn û hatibûn binçavkirin.  Du sal piştî binçavkirinan şûnde serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdianameya amade kir der barê 46 kesî de li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê doz vekir.   Dayikên şemiyê ku 26 sal in lêgerîna edeletê didomînin, 142 hefte ye nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin.  Piştî pandemiyê dayikan çalakiya xwe onlîne pêk anîn.   Hevjîna Huseyîn Taşkaya yê hat windakirin, Sultan Taşkaya û keça Edîp Aksoy yê hat windakirin, Berîtan Aksoy axivîn.   ‘Ji wê rojê şûnde me agahî jê negirt’   Sultanê diyar kir ku hevjînê wê di darbeya 12’ê îlonê de 5 salan girtî maye û piştî tehliye bûye di serê salên 1990’î de li Sêwrega Rihayê mutahîtî kiriye û got: “28 sal berê leşker, polîs, cerdevanan saet di 13.00’an de hevjînê min ji mala birayê wî girtin û birin.  Bi 30-40 welatî hatin birin. Ji wê rojê şûnde agahî ji Huseyîn nehat girtin. Ji wê rojê de ye em lê digerin lê me tiştek nedît.   ‘Kujer diyar in’   Sultanê bi lêv kir ku serî li ÎHD’ê dane û di encama tehdîd û destdirêjiyê de neçar mane ji Sêwregê koçî Stenbolê bikin û wiha pê de çû: “Gotin hûn li vir bimînin em ê zarokên we bibin. Em çûn qerekolê lê nehiştin kes daxwaznameyê binivîsin. Hevjînê min bavê çar zarokan bû. Karsaz bû. Di halê xwe de bû. Eşîran, axayan kesî em qebûl nekir. Ji koçberbûnê wêdetir rê nehiştin. Kujerên hevjînê min diyar in. Bi wesayîtê hatin birin.”   ‘Wê zarok û neviyên me lêgerînê bidomînin’   Sultanê ev tişt vegot: “6 meh piştî çalakiya dayikên şemiyê min jî di çalakiyê de cihê xwe girt. Em rastî zilm, heqeret û binçavkirinê hatin. Qad li me qedexe kirin. Lê me şûnde gav navêt. Em ê heta dawî têbikoşin. Heta em sax bin em ê têbikoşin, piştî me wê zarok û neviyên me li edeletê bigerin.Ji bilî ÎHD û Dayikên Şemiyê kes xwedî li me derneket. Me gelek hewl da. Wê demê rojnamegerek jî li Rihayê hat windakirin. Em çûn ber her derî.  Lê li rûyê me girtin. Xwedî li me dernetin. 30 sal in em daxwaza xwe tînin ziman. Em ê bi her awayî têkoşîna xwe bidin. Em ji bo windayan edaletê dixwazin. Banga me ev e bila kujer bên darizandin. Qe nebe bila goreke xizmên me hebe. Em windayên xwe dixwazin. Zarokên min bê bav mezin bûn. Dema hevjînê min hat revandin keça min 6 salî bû. Niha 34 salî ye. Zarokên keça min jî niha tevlî bîranînan dibin. Birîna me gelek mezin e.”   Ji bo bavê xwe bibîne ket nava têkoşînê   Edîp Aksoy jî bi hevalê xwe Orhan Cîngoz re li Amedê di 1995’an de ji qehweyekê hatin girtin û bi wesayîtek spî ya torosê birin û ji wê rojê şûnde agahiyek ji wan nehat girtin. Keça wî Bêrîtan Aksoy wê demê 40 rojî bû û wiha got: “Roja hatime dinê min dayikên şemiyê nas kiriye. Min dayika xwe nedîtiye qet. Ji bo bavê xwe ketim lêgerînê. Ez her tim çûm çalakiyan û min hewl da ku ev fêm bikim ka dikarim çi bikim.”   ‘Yekane daxwaza min gorek bavê min hebe’   Berîtanê der barê windakirina bavê xwe de ev tişt anî ziman: “Bi gotinan nayê vegotin. Ez çi bêjim jî têr nake. Min bavê xwe qet nedît. Carna dibêjim gelo min nedît baştir bû? Gelo min nas bikira min ê kêmtir êş bikişanda? Ez tu car bersiva vê pirsê nabînim. Yekane daxwaza min ev e ku gorek bavê min hebe.”   Bêrîtanê daxuyakirin ku di îtîrafên endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan de navê bavê wê derbas dibe û ev tişt bi lêv kir: “Di îtîrafan de got ‘me lêpirsîn kir, me kuşt û piştre me li Sîlopiyê avêt ber çem’. Rayedar van îfadeyan nabînin. Xema kesî nîne. Di 2005’an de ji krokiyên hatin xêzkirin gor hatin vekirin. Der barê bavê min tenê de ev pêşketin çêbû. Bêguman a em dizanin gora komî ye, hûn ku bikolin ceset dertên.Wê demê du ceset derketin. Me şand DNA’yê, lê ne aydê me bû. Piştre rayedaran nehişt em tiştekî bikin. Dema bavê min tê windakirin dayika min diçe qerekolê , lê kes qebûl nake ku hatiye binçavkirin. Doz didome. Ji bilî îtîrafên Abdulkadîr Aygan tiştek di destên me de tune ye. Heta îro ez kêm bûm. Aliyekî min her tim kêm bû.  Ez hestiyên bavê xwe dixwazim. Bila her kes dengê me bibîhîze.”