Remziye Tosun: Li dijî êrîşan yekîtî divê 2021-05-21 09:04:22     Sema Çaglak    AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun êrîşa li hemberî malbata Hewlêrî şermezar kir û got: "Êrişa li hemberî hebûna kurdan hat kirin û li hemberî kurdan şerek hatiye destpêkirin. Li dijî wê yekê divê yektiya kurdan li pêş bikeve."    Bi taybet di salên dawiyê de li hemberî kurdan êrişên nîjadî zêdetir bûn. Herî dawiyê di 14’ê gulanê de komeke nijadperestan bi cop û keviran êrişî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kirin. Di êrişa ji aliyê 3 kesan ve li herema Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyaziyê pêk hat de, ji malbatê yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Têkîldarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun ji ajansa me re axivî    ‘Êrîş li dijî hebûna kurdan e’   Remziye, diyar kir ku êrîş û tundiya li ser zimanê kurdî li dijî hebûna Gelê Kurd e û got: “Bi taybet di salên dawiyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve êrişên nijadperestî ya li hemberî kurdan zêde dibin. Tundiya li ser ziman, jinan û êrîşên li dijî hebûna kurdan êdî xwe xistiye astekî herî  jor. Di wê warê de edalet û hiqûq jî erka xwe nayîne cih. Malbata ku li Mersînê rastî êrîşê hatibû ne rûdanek nû ye. Li Tirkiyeyê bi vî awayî gelek mînak mirov dikare rêz bike. Li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê ciwanek kurd ji bo ku kilamên kurdî guhdar kir hatibû qetîl kirin. Li Sakaryayê jî dîsa çend kurd bi êrişên nîjadperestiyê re rûbirû mabûn."   ‘Li hemberê kurdan şerek tê meşandin'    Remziye anî ziman ku her cûreyên êrîşên li ser kurdan girêdayî hevdû ne û ji bo yek armancek tê kirin. Remziyeyê destnîşan kir ku li hemberê kurdan şerekê hebûn û tunebûnê hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Di vê warê de qirkirina çandî, dîrokî û nasnameyê tê kirin. Ji ber ku êrîşek bêhempa li ser kurdan tê kirin. Em jî wek Gelê Kurd bi sala ne li ber xwe didin. Em ê li hemberê desthîlatdariyê, faşîzmê û nîjadperestiyê dê têkoşîna xwe mezintir bikin.”   ‘Ji bo yekitiyê zimanê dayikê girîng e'    Remziyeyê bilêv kir ku êrîşê li hemberê zimanê kurdî  bêtahemalîya zimanê ye û got: “Li her cihekî de şerekê taybet didome. Bi taybet li ser zimanê me êrîş tê kirin. Di her qadekê de li dijî vê tundî û îstîsmarek heye. Dixwazin zimanê me bi tevahî ji holê rakin û em ji zimanê xwe dûr bibin. Lê belê niha li dijî van êrîşan kampanyayek hat destpêkirin û têde gelek partiyên siyasî û sazî û rêxistinên sîvil cih digire. Piştgiriya vê kampanyayê ji bo van êrîşên nijadperest bersîva herî xurt e. Lê ev kampanya her çiqas girîng be jî têrî nake. Divê di her qadên jiyanê de her wiha zaroka li kolanan bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Di mijara zimanê de yekitiya kurdan rolekê gelek girîng digire. Em çiqas xwedî li hev derkevin ewqas dikarin parastina xwe ya her aliyê ve dikarin çêkin. Pêşengtiya vê jî herî zêde jin dikarin çêkin.”   ‘Xwedî derketina ziman divê’   Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê di her mal aliyê ziman û parastina çandê de bibe dibistanek û got: “Êrişê nijaperestiyê ku herî zêde li ser ziman tê kirin, encax bi parastin û xwedîderketinek mezin dikare bê kirin. Di her malbatê de divê zarok bi zimanê xwe mezin bibin û di her qada jiyanê de bi cih bibe."