Sumeyye Avci hat berdan 2021-05-21 08:50:21     ANTALYA - Sumeyye Avci ya mamosteya polê ku di sala 2016’an de bi KHK’yê ji pîşeya xwe hatibû dûrxistin û doh hatibû binçavkirin bi şertê kontrola êdlî hat berdan.   Sumeyye Avci ya mamosteya polê di sala 2016’an bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji pîşeya xwe hatibû dûrxistin. Sumeyye doh ji aliyê polîsan ve bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatîbû binçavkirin. Sumeyyeyê piştî li dadgehê îfadeya xwe da bi şertê kontrola êdlî hat berdan.   Sumeyyeyê berê li Antalyayê di hevpeyvînek kolonan de wiha gotibû: “Em li welatê mafê mirovan tê binpêkirin dijîn.” Ev gotinên wê demek dirêj li ser medyaya civakî di rojevê de mabû.