Ji bo dosyaya 15 kesên di bin çavan de biryara nepeniyê hat dayin 2021-05-20 13:55:07   WAN - Do li Wanê tevî Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver di encama biserdegirtina malê de 15 kes hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya 15 kesên di bin çavan de biryara nepeniyê hat dayin. Her wiha ji aliyekî din ve jî malbata Gulistanê da zanîn ku îhtimala felcê heye.    Do li Wanê tevî Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver di encama biserdegirtina malê de 15 kes hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya 15 kesên di bin çavan de biryara nepeniyê hat dayin. Her wiha ji aliyekî din ve jî malbata Gulistanê da zanîn ku îhtimala felcê heye. 15 kes bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Li gor agahiya ji parêzeran hatiye girtin hîn îfadeya kesên di bin çavan de dest pê nekiriye.    Îhtimala Gulîstanê felcê derbas bike heye   Her wiha hat diyarkirin ku Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver bi nexweşiya tansiyonê ye û du cara jî ji pişta xwe emeliyata fitixê bûye. Kesên di bin çavan de ne navên wan wiha ne:"Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver, Endamên rêveberiya komeleyê Emine Şaybak, Ceyda Dindar, Mahmut Dindar, Cihat Aksu, Cevdet Bilekçi û Îsa Demiragaç, Sureyya Azba, Azize Oner, Nuhi Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halil Karakoç, Kamuran Çiftçi ile Nebi Kaçak."