Kargeha mêrê tecawizî jina astengdara zîhnî kir, hat şewitandin 2021-05-20 12:37:18     ÊLÎH - Li Êlîhê mêrê bi navê Î.D. ê tecawizî jina astengdara zînhî kir hat girtin. Welatiyên bi bûyerê hesiyan kargeha Î.D. şewitandin.   Li Êlîhê di 17’ê Gulanê de jina ji sedî 85’î astengdara zîhnî ye, winda dibe û demek şûnde tê dîtin.  Jina astengdara zîhnî piştî tê dîtin wê dibin nexweşxaneyê û di encama muayeneyê ya li nexweşxaneyê de derket holê ku tecawiz lê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku Î.D. dest daniye ser jina astengdara zîhnî û tecawizî wê kiriye. Î.D. ê ji hêla polîsan ve hatîbû binçavkirin ji hêla dadgehê ve hat girtin.   Şêva din welatî dema bi bûyerê dihesin, meşek bi dirûşmên “Ji destdirejiyê re na” pêk anîn û her wiha kargeha bersûc şewitandin.