Pervîn Bûldan: Têkoşîna malbata Şenyaşar têkoşîna me ye 2021-05-20 12:31:39     RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, da zanîn ku dê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar û got: "Têkoşîna Malbata Şenyaşar têkoşîna me ye."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bi armanca ku serdana Malbata Şenyaşar ku ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve 3 ferdên wê hatibûn kuştin û dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan,  Lutfiye Gokkan bike, hat Rihayê. Parlamenter Ebrû Gunay û Ayşe Surucu û Mahmût Tûgrûl jî tevlî serdanê bûn. Pervîn li vir ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.     Pervîn, li ber avahiya partiya xwe axaftinek kir û ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku em bibin dengê qêrîna edaletê, em li pêş edliyeyê serdana Malbata Şenyaşar bikin. Ez nîkarim hemû bêedaletiyan li vir bibêjim. Lê em ji nêz ve dişopînin. Em ji pergala hiqûqê ya îro ya desthilatê ne li benda edaletê ne. Bi qasî serê derziyê jî edaletê nemaye. Li welatekî ku hiqûq û wijdan nemaye ne ji bo Malbata Şenyaşar ne jî ji bo malbatên din ne li benda edaletê ne. Em dizanin ku heke ev desthilat biçe dê pergaleke nû ya hiqûqê bê avakirin û kesên ku van bûyeran kirine dê bên darizandin.”   Pervîn, destnîşan kir ku têkeoşîna wan têkoşîna hiqûqê ye û wiha got: “Em dizanin ku desthilata AKP-MHP’ê nikarin welat bi re ve bibin. Têkoşîna Malbata Şenyaşar têkoşîna me ye. Em careke din ji bo faîlên ku êrişî Malbata Şenyaşar kirine bên darizandin û cezakirin bang dikin. Em daxuyaniya berfirehtir dema serdana Malbata Şenyaşar bidin.”   Pervîn, piştî serdana Malbata Şenyaşar berê xwe da navçeya Pirsûsê û li vir çû serdana dayika Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan. Pervîn ev tişt gotin: “Li vê erdnîgariyî herî zêde jin tên qetilkirin. Li vê xakê parastina mafê jinan bûye sûc. Ji ber vê Ayşe Gokkan bi awayekî neheq girtî ye.”    Dema ku Pervîn Bûldan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dida, bi hinceta ku heqaret li karmendê dewletê kirine, polisan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Rihayê.