Çalakiya 'Edaletê' di roja 73'yemîn de ye: Sûcê mirovatiyê dikin 2021-05-20 11:07:31   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya "edaletê" didomînin gotin:"Bila kes gunehê vê komkujiyê negire ser xwe. Kesên komkujî kirine diyar in."   Çalakiya bi daxwaza “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 73’yemîn de berdewam dike. Sê ferdên malbatê di êrişa AKP’iyan de jiyana xwe ji dest dabûn.    'Bila kes gunehê komkujiyê negire ser xwe'   Emîneyê da zanîn ev bi rojan e li ber edliyeyê disekinin û her di bin çavdêriya polîsan de ne lê belê kesên zarokên wan kuştine li derve dest û lingên xwe kil dikin û dimeşin. Emîneyê wiha domand:"Kesên li dijî vê komkujiyê bêdeng in ew ê webalê vê yekê jî bidin. Polîs me ji avahiya edliyeyê derdixin derve. Qeydên me tên veşartin. Zarokên min bi zaneyî kuştin. Li ku derê hatiye dîtin ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin. Bila kes nebe hevparê vê komkujiyê. Em dixwazin edalet pêk were."   'Bi girtina ser dosyeyê sûc dikin'   Ferît da zanîn ku sûcê mirovatiyê tê kirin û kesên komkujî kirine diyar in û wiha got:"Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi girtina ser vê dosyayê sûc dike. Heta edalet neyê cih em ji vir venaqetin. Me her tişt girtiye ber çav. Heta edalet pêk were em ê li vir bin."