Li Robarokê leşkeran yek jê zarok 2 kes birîndar kirin 2021-05-20 10:54:50   COLEMÊRG - Li Robarokê leşkeran zarokê bi navê C.E. û Şehap Şendol ê şivantî dikir birîndar kir.    Li navçeya Robarok a Colemêrgê ya dikeve sînorê Başûrê Kurdistanê, leşkeran gule berdan Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî û birîndar kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer di 18’ê Gulanê de, li gundikê Çemêrkurk ê girêdayî gundê Haci Bey saet 07.20 rû da. Leşkeran li ser xeta sînor gule berdan şivan Şahap Şendol ê li heywanên xwe yên windabûyî digeriya û Celîl Ekîncî yê bazirganiya cixareyan dike. Hat diyarkirin ku leşker bêyî ku hişyariya “raweste” bike, her du kes birîndar kirin. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyerê, her du kes rakirin nexweşxaneyek Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat destnîşankirin ku Şehap Şendol ê ji destên xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê hat derxistin û dermankirina C.E. yê ji zikê xwe birîndar bû jî, hîna dewam dike.    Birayê wî birîndar kiribûn   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede, dîmenên têkildarî birîndarkirina C.E. parve kir. Saît ê HDP’î, wiha bi van gotinan dîmen parve kirin: “Dîmen dîsa ji Robarokê ne. Leşkeran li ser xeta sînor, gule berdan du ciwanên me yên sîvîl û birîndar kirin. Gelo daraz li gorî kîjan qanûnan tev digere. Kanî mafê jiyanê!”    Di heman demê de, hat hînbûn ku C.E birayê Reşat Ekîncî yê di 31’ê Kanûna 2020’an de, li heman herêmê ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin e.