Parêzer Raziye Ozturk: Girankirina tecrîdê, nîşaneya israra neçareseriyê ye 2021-05-20 09:02:50   Habibe Eren   STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk, derbarê tecrîda li Îmraliyê didome de nirxandin kir û got serlêdanên wan yên ji bo hevdîtinan a li Dadgeriya Înfaza Bursayê tên kirin roja din tên redkirin. Raziyeyê da zanîn ku divê neyê jibîrkirin ku tecrîd roj bi roj belav dibe û giran dibe.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in di bin şertên tecrîda giran de li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne. Ev demek dirêje hevdîtina rûbirû bi malbat û parêzeran re nekiriye. Ji hinek îdiayên di çapemeniya civakî de û fikaran birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adarê de hevdîtinek bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi rêya telefonê pêk anî. Hevdîtin nîvî de hatibû birîn, tenê 4,5 deqe berdewam kiribû.   Abdullah Ocalan di hevdîtina kurt de wiha gotibû "Dewlet jî şaş dilîze, hûn jî. Ev ne hiqûqiye. Ne raste" û bi van gotinan bertek nîşanê dijhiqûqiyan dabû û parêzer hişyar kiribûn. Abdullah Ocalan diyar kiribû ku ger ku hevdîtinek hebe divê li Îmraliyê be û daxwaza hevdîtina bi parêzeran kiribû. Piştî vê fikar zêde bûn û ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrin di meha adarê de hema hema her roj ji bo hevdîtina lezgin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hat kirin lê hêj jî bersiv nehatiye dayîn.   Herî dawî bi wesîleya cejna Remezanê parêzer û malbatan serlêdana hevdîtinê kirin. Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.   ‘Ji ber agahî nayên girtin fikar jî zêde dibin’   Raziyeyê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîne Îmraliyê û ev koplo didome, berdewama komployê kêfiyet, dijhiqûqî, çewisandin, şikandina îradeyê û bi giştî ev wek tecrîdê di dewrê de ye. Raziyeyê wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan 22 sal in di bin tecrîda giran de ye. hevdîtinên malbat û parêzeran nayên kirin. Kanalên ragîhandinê hemû girtîne an jî bi sînorin. Ji ber vê jî ev rewşa ne zelal ku bi tu awayî agahî jê nayê girtin, fikaran jî zêde dike.”   ‘Hewl didin komployê bidomînin’   Raziyeyê balkişand ser girtîgeha Îmraliyê û ev tişt bi lêv kir: “Girtîgeh li gorî Rêziknameya Navenda Krîzê tê bi rêvebirin û dizaynkirin û teşeyê rêveberiyê jî wek pro-guantanamo ye. Wek tê zanîn li girtîgeha Guntanamo tu rêbazên hiqûqî pêk nayên. Bi armanca şikandina îradeyê di serê salên 2000’î de  di encama mudaxaleya DYA’yê ya li Rojhilata navîn ket rojevê. Komploya Navneteweyî û pergala tecrîdê ya Îmraliyê jî dîsa bi pêşengiya DYA’yê, di çarçoveya konsepta NATO de bi armanca bêbandorkirina Oocalan pêk hat û hîna jî tê meşandin.”   ‘Abdullah Ocalan paradîgmayek bi hêvî afirand’   Raziyeyê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hemû polîtîka vala derxistiye û wiha dirêjî dayê: “Di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan paradîgmayeke ku ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî pêş xist û li dijî hemû polîtîkayên çewisandinê bersivek xurt da. Em dikarin vê bêjin, girtîgeha Guantanamo di nokteya hevdîtinan de, ragîhandinê de ji girtîgeha Îmraliyê gelek başe. Dijhiqûqiyên li Îmraliyê, Guantanamo bezandiye. Li girtîgeha Îmraliyê rêbazên taybet anîne. Tu maf nayê bikaranîn. Ev pêkanîn ne li gorî peymanên navneteweyî ne.”   ‘Bi bertekên demokratîk carek din derket holê’   Raziyeyê her wiha daxuyakirin ku piştî hevdîtina telefonê tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin û wiha balkişand ser îdiayan: “Îdiayên derbarê tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan de hene. Ji ber van îdiayan em bi tu awayî nikarin van îdiayan wek tiştekî hêsan bigirin dest. Ne di alî me de, bi bertekên demokratîk yên hatine nîşandan ev carek din derket holê. Di encama vê de jî di 25’ê adarê de hevdîtinek kurt a telefonê pêk hat.”   ‘Tecrîd her diçe giran dibe’   Raziyeyê hevdîtina dawiya telefonê jî wiha şîrove kir: "Birêz Ocalan mafê ku daxistine hevdîtina telefonê, di şexsê xwe û gel de wek nayê qebûlkirin dibîne. Di 22 salan de di pergala tecrîdê ya giran de hevdîtinek biçûk ya telefonê wek tiştekî mezin pêşkêşkirin, nikare bê qebûlkirin. Ev jî bi armanca bêdengkirina bertekane. Lê divê neyê jibîrkirin ku tecrîda li Îmraliyê her diçe giran û kûrtir dibe. Ji meha adarê ve em her roj serlêdana hevdîtinê dikin. Lê mixabin tu bersiv nehat dayîn.”   ‘Hemû daxwazên me tên redkirin’   Raziyeyê anî ziman ku di nokteya serdanên malbat û parêzeran de muxatabê wan serdozgeriya Komarê ya Bursayê ye û got: “Ji 23’yê adarê şûnde serlêdanên me nehatin bersivandin. Li ser vê me serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Lê roja din biryareke ku hemû daxwazên me hatine redkirin dan. Îtîraza me li dijî biryara redê kiriye jî hîna nehatiye bersivandin.”   Raziyeyê balkişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a di 2014’an de derbarê pêkanînên girtîgeha Îmraliyê daye de, jî axivî û destnîşan kir ku piştî biryarê başbûneke çênebûye, berovajî vê îşkence û tecrîd zêdetir bûye.   ‘Girankirina tecrîdê, nîşaneya israra neçareseriyê ye’   Raziyeyê wiha dawî lê anî: “Tirkiye berovajî qanûn û peymanê navneteweyî tevdigere. Ev pêkan jî li her derê Tirkiyeyê belav bûne. Mekanîzmayên hiqûqa hundir ji encamgirtinê dûr in. Helwestên pasîf yên navneteweyî jî mixabin piştgiriyê dide girankirina tecrîdê. Girankirina tecrîdê jî, israra neçareseriyê û pevçûnane.”