ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-20 09:00:00   * Hevşaredara HDP’ê Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê û got: "Tu hêviya me ji hiqûqa navxweyî û navneteweyî nemaye. Divê em li dijî tecrîdê bibin yek û xwedî li daxwazên girtiyan derkevin." BI DÎMEN    *Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk, derbarê tecrîda li Îmraliyê didome de nirxandin kir û got serlêdanên wan yên ji bo hevdîtinan a li Dadgeriya Înfaza Bursayê tên kirin roja din tên redkirin. Raziyeyê da zanîn ku divê neyê jibîrkirin ku tecrîd roj bi roj belav dibe û giran dibe.   *Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Nîlda Baltali 12’emîn xala Peymana Stenbolê nirxand. Li gorî Nîldayê zîhniyeta serdet ya mêr û  feraseta ku peyman fesh kiriye, feodalbûnê diparêze.   *Hevseroka navçeya navendî ya Dêrsîmê ya HDP’ê Ozlem Toprak diyar kir ku şewata daristanan polîtîkayeke şerê taybet e û got: “Qadên me yên pîroz tên şewitandin. Zindiyên li daristanan tên qetilkirin. Gelê Dêrsîmê wê li dijî zextan serî netewîne.” DÎMEN HEYE