Emînê Şenyaşar: Sûcdar têne xelatkirin 2021-05-19 13:10:28   RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku 72 roj e nobeta xwe ya edaletê didomînin peyama “Kiryar bi bêcezatiyê têne xelatkirin” dan.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di bûyerê de birîndar bû, dest bi nobeta “edaletê” kirin.  Çalakiya Emîne û Ferît di roja 72'yemîn de berdewam dike.   Emîne û kurê wê Ferît di saetên sere sibê de hatin ber vahiya Edliyê ya Rihayê û dowîzên “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin, em edaletê dixwazin”, “Em tenê edaleta bêalî dixwazin”, “Em dixwazin bi rojên edalet pêk hatiye re şiyar bibin” û “Edalet her tim edalet e” li ser nivîsandibûn danîn erdê û dest bi çalakiya xwe kirin. Polîsên li edliyê, destûr nedan ku malbat di baxçeyê edliyê de rûnen. Emîne û kurê wê Ferît li ser vê yekê çalakiya xwe li ber deriyê edliyê li dar xistin.   ‘Em dibêjin ên xwedî wijdan bila doza me bişopînin’   Ferît anî ziman ku ligel îro edliye kar nake jî lê dîsa hatinê ber avahiyê û diyar kir ku ew 72 rojin têkoşîna edaletê didin. Ferîtî got ku dema edaletê tune ye û wiha dom kir: “Edliye çi girtî be û çi jî vekirî be, dozeke me ya mafdar heye. Li dijî malbata me komkujiyek hat kirin. Bersûc hîna jî serbestin. Li kolan û kuçeyan digerin. Em vê yêkê qebûl nakin. Mirovahî jî vê yêkê qebûl nake. Heta ku darizandineke adîlane pêk were, em ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ez bang li hemû kesên ku dibêjin ‘ez xwedî wijdan im’ dikim ku vê dozê bişopînin.”   Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî, peyam parve kirin û wiha gotin: “Îro 19’ê Gulanê ye, lê dema edaletê tune ye. Têkoşîna me di roja 72’yemîn de ye. Bav û birayên me li nexweşxaneyê hatin kuştin. Ev 3 salin bersûc li qadan azad digerin. Bersûc bi bêcezatiyê têne xelatdikin.”