Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver hat binçavkirin 2021-05-19 09:22:27     WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.   Li Wanê saet li dora  05.00’ê sibehê de polîsan avêt ser mala Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Gulîstan Onver û gelek kesên din de hat girtin.    Polîsan nêzikî 2 saetan li mala Gulîstanê lêgerin kirin û piştî lêgerîna malê Gulîstan jî li gel xwe birin û çûn avahiya MEBYA-DERÊ û li wir jî lêgerin kirin.   Hat diyarkirin ku piştî lêgerin qediyaye Gulîstan birinê Miduriyeta Polîsan a Wanê. Kesên ku li gel Hevseroka MEBYA DER'ê Gulistan Unver hatin binçavkirin û navê wan aşkera bûn ev in: Endama Rêveberiyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Îsa Demîragaç û Nuhî Alici.     Li gorî agahiyên hatin bidestxistin kesên ku hatine binçavkirin  wê 4 rojan di bin çavdê bimînin.