Parlamenter Gamze Taşçier: Parlamenterên jin di bin siya partiya xwe de man 2021-05-19 09:03:41     Oznur Deger   ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Enqerê Gamze Taşçier bal kişand ser xalên 10 û 11’emîn ên Peymana Stenbolê û xebatên KEFEK’ê û got: "KEFEK bi armanca pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de hat avakirin lê îro desthilatdarî armanca vê nabîne. Kengî desthilatdariyeke ku têgeha wekheviya zayenda civakî esas bigire wê demê destkeftiyên jinan dê bi nirx be."    Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bertek û çalakiyên jinan didomin. Jinan di 10’emîn salvegera îmzekirina peymanê de dan zanîn ku dê xwedî li peymanê derkevin. Em ê jî îro li ser xalên 10 û 11'emîn ên peymanê rawestin. Her wiha Parlamentera CHP'ê ya Enqerê Gamze Taşçier jî derbarê mijarê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.         Di serî de em ê bal bikişînin ser xalan;   "Xala 10’emîn - Avakirina Koordînasyonê   1. Dewletên alîgir li dijî di çarçoveya peymanê de ji bo pêşîgirtina şîdetê û têkoşîna wê, yek an jî ji yekê zêdetir saziyan ji bo koordînasyon, pêkanîn, şopandin û nirxandinê divê veke. Ev sazî wek di xala 11’emîn de gotiye, wê daneyan kom bike kordîne bike, analîz bike û belavkirina encamên wê bike.   2. Alîgir li gor xalên hatine diyarkirin an jî saziyên hatine avkirin li gorî beşa VIII  derbarê tedbîrên tên girtin de wê agahdarkirinê bikin.   3. Li gorî xalan û saziyên hatine avakirin, wê bi saziyên din ên alîgirên din re bikevin têkiliyê û wê têkiliyan ava bikin.   Xala 11’emîn - Komkirina daneyan û lêkolîn   1. Welatên alîgir bi armanca pêkhatina peymanê wê van tiştên jêr pêk bînin:   a. Di çarçoveya vê peymanê de derbarê her cureyê şîdetê de daneyên îstatîstîkî wê bi rêk û pêk bê komkirin;   b. Di çarçoveya vê peymanê de sedemên di bin her cureyê şîdetê de, bandora wê, bûyerê şîdetê û rêjeya cezayê, ji bo pêkanîna peymanê, aktîfbûna tedbîran bê lêkolînkirin û derbarê  bûyeran de piştgriya ji bo lêkolînan.   2. Alîgir di çarçoveya peymanê de ji bo bûyerên şîdetê yên zêde dibin û çawa pêş dikevin de, nirxandinan bikin û bi rêk û pêk anketên gel pêk bînin.   3. Alîgir ji bo hevkariya navneteweyî bikin jiyanê û di vê qadê de gîhandina stardartên navneteweyî pêk bînin, li gorî vê xalê agahiyan wê kom bikin û wê bidin koma pisporan ya di xala 66’an a peymanê de cih digirin.   4. Alîgir li gorî xalê agahiyên komkirine wê bi rayagiştî rebike.”   Beriya peymanê, di 24’ê adara 2009’an de bi Kanûna Wekheviya Derfeta Jin û Mêr a 5840'an ket meriyetê, Komîsyona Wekheviya Derfetê ya Jin Mêr a Meclîsê (KEFEK) hat avakirin. Yek ji ferzên peymanê ku "avakirina saziyên fermî yek an jî ji yekê zêdetir" KEFEK’ê jî nîşan dide. KEFEK armanca wê eve ku ku wekheviya zayenda civakî pêş bixe û li dijî newekheviyê tê bike.   ‘Heta zihniyet neguhere, pêngavên tên avêtin jî ne rastin’   Endama KEFEK'ê û her wiha parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier, derbarê armanc û hedefa KEFEK’ê de nirxandin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez du sal û nîv e endama komîsona KEFEK’ê me. Derbarê xebatên wan yên berê de jî lêkolîneke me çêbû. Vê komîsyonê çi kir, ji çi re xizmetê dike, di pêngavên tên avêtin de dikare bibe xwedî gotin, derbarê vê de me xebat meşand. Lê mixabin komîsyoneke ku hîna têgeha wekheviya zayenda civakî bikar nayne ye. Ji ber vê jî bi feraseteke ku wekheviya jin û mêr bikar nayne, heye. Mixabin Peymana Stenbole jî wisa bû. Ez hemû pêngavên ji bo jinan tê avêtin di heman kategoriyê de dinirxînim. Ji ber ku ger kesê desthilatdariyê birêve dibe wekheviya jin û mêr qebûl neke, wê demê tu pêngavên wan yên tên avêtin jî ne rastin. Heta ku zîhniyet neguhere tişt naguhere. Em nikarin vê pêngavê rast bibînin.  Ji ber vê jî ez avakirina  Komîsyona KEFEK’ê wek komîsyoneke çareseriya newekheviyê nabînim. Hîna jî di bandorbûna wê de pirsgirêkên cidî hene. Derbarê lêkolînkirina sedemên ku peymana Stenbolê çima bi bandor pêk nayê de, komîsyonek binî hat avakirin. Lê hîna nekirine wek rapor.”   ‘Tevî israran rapora nehat weşandin û wergerandin’   Gamzeyê her wiha balkişand ser xalên 10 û 11’emîn ên Peymana Stenbolê û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinê bi awayekî cidî zêde dibe. Em biçin sedema ku Peymana Stenbolê hat îmzekirinê. Peymana ewil ji aliyê Tirkiyeyê ve hat îmzekirin û divê Tirkiye bi vê serbilind bûna. Çima pir girîng e? Ji ber ku mekanîzmaya wê ya kontrolkirinê heye. Saziyek wek GREVIO heye. Mînak em her carê dibêjin ku divê rapora GREVIO wergere Tirkî. Em jî bibînin ku qelsî ji çi diqewime. Di pêkanînê de çi kêmasî hene. Yek ji peywira KEFEK’ê ev e ku, tevî me bi israr got raporê wergerînin û biweşînin, nekirin. Em bi xebatên komeleyên jinan gihiştin vê lê bi rastî ger ku niyeta wan pêşîgirtina şîdeta li ser jinan bûna, wê rapora GREVIO wergerî Tirkî bikirana û xebata derbarê kêmasiyan de bikirana. Di her derfetê de me pirsî lê me bersiv negirt. Armancek KEFEK’ê hebû. Bi rastî niyeta wan pêşîgirtina wekhevî bûnê wê peywira xwe bianiyana cih."   ‘Kuştinên jinan zêde dibin û xuyaye pirsgirêkek cidî ya civakî heye’   Gamzeyê balkişand ser şîdeta li ser jinan û bi lêv kir ku kuştinên jinan her diçin zêde dibin û got: “Xuyaye li vir pisgirêkek cidî ya civakî heye. desthilatdarî  neçare vê pirsgirêka cidî çareser bike, çareseriyan pêk bîne. Daney3en şîdeta li ser jinê nayê aşkerakirin. Em vê wisa dinirxînin;Bi rastî hina beşeke mezin a civakê şîdeta li ser jinê normal dibîne.  Gelek tiştî dikin hincet. Civak vê normal dibîne û jin jî normal dibînin. Mînak îstatîstîka TUÎK’ê ya dawî hat weşandin. Ji sedî 30’ê jinan hîna bi van hincetan pêkanîna şîdetê normal dibînin. Em dibêjin ku divê daneyên şîdeta li ser jinê bên aşkerakirin. Her wiha ger ku jin mafê xwe nizanibin, divê bizanibin. Di vê mijarê de bibin xwedî agahî.”   ‘Endamên jin di bin siya partiya xwe de man’   Gamzeyê destnîşan kir ku KEFEK her çiqas di bin sîwaneya meclîsê de be jî divê ji partiyên siyasî serbixwe polîtîkayê biafirîne û ev tişt bi lêv kir: “Jî serî de em vê dibêjin. Lê mixabin hevalên jin yên AKP’î gelek caran di mijara jinê de di bin siya partiya xwe de man, tevlî ku tevlî nedibûn jî deng bikar dianîn. Mînaka herî şênber jî Peymana Stenbolê bû. Ji roja KEFEK hatiya avakirin heta niha destkeftiya herî mezin ya divê xwedî lê derketibana Peymana Stenbolê bû. Lê mixabin endamên KEFEK’ê yên jin yên AKP’î gotinên wekê, biryara vekişînê raste tînin ziman. Ji ber vê jî em nikarin bêjin ku KEFEK’ê sozê ku dane pêk aniye. Em wek  partiya muxalefetê wê têkoşîna xwe bidomînin, lê di vî alî de bandorbûna komîsyonê nema.”   ‘Armanca wan ne çareserkirina pirsgirêk bû’   Gamze, da zanîn ku pêkanînên desthilatdariya AKP’ê ne gor berjewendiyên jinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Belê îmze avêtin Peymana Stenbolê, pêşeng bûn lê niyeta wan ne çareserkirina pirsgirêk bû. Em wek partiya muxalefetê her carê vê dibêjin; Di 19 sal desthilatdariya we de bi rastî ev tiştekî rast bû ku we kiriye. Me jî piştgirî da. Hemû partiyên siyasî yek deng bikar anî. Lê em îro dinêrin ku armanca îmzekirina peymanê ev e ku tenê xwe li hember YE’ê şîrîn nîşan bidin. Ji bo şertên wê demê ev pêwist bû. Wan jî kir.  Di şertên îro de gelo çima ji peymanê derketin. Ji ber ku bi rastî bi rêjeyek mezin deng windakirin û beşeke mezin a civakê jî peyman nedixwest. Ji bo dengên vî aliyê bigire peyman feshkirin.”