Meclîsa Jinan a HDP: Berxwedana Kobanê ji bo cîhanê bû hêviyek 2021-05-18 13:40:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jina a HDP’ê têkîldarî doza Kobanê, li Amed, Dêrsim, Mêrsîn, Mugla û Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Doza Kobanê tê wateya bêtehamûliya parêzvanên ji jiyanek hevpar e."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 2'yemîn danişîna doza Kobanê ya ku Hevserokên Gişti yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 kes girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Dêrsim, Îzmîr, Mugla, Mêrsinê û Amedê daxuyanî hatin dayîn.   Meclîsa Jinan a HDP'ê li Îzmîr, Mugla, Mêrsînê li avahiya partiyê daxuyanî dan û gelek nûnerên saziyan jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan bê navber dirûşma “Jin jiyan azadi” berz kirin. Her wiha li Dêrsimê jinan li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê jî Meclîsa Jinan li avahiya HDP'ê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da.   Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê de wiha hat gotin: "Parastina berxwedana jinan a li Kobanê ne sûc e. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina berxwedana Kobanê ne sûc e. Sûca yekser bêdengbûyîna li dijî firotina jinan a ji aliyê van çeteyan yê li bazaran e. Sûca yekser bêdengbûyîna tacîz û destdirêjiya li ser bedena jinê ye. Em ji vir dîsa bang dikin ku li Kobanê di şexsê jinê de berxwedanek mezin pêk hat. Berxwedanek ji alîgira demokrasi, wekhevî û azadiyê hat pêşwazîkirin. Ev berxwedana bêhempa ji bo hemû jinên cîhanê re bû hêviyek mezin. Ji ber vê yekê 1’ê mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.   Doza Kobanê bêtahamûliya parêzvanên ji jiyanek hevpar e. Ev doz êrîşê li dijî gelan, jinan û li dijî deskeftiyên wan e. Yên ku bêne darizandin ne jinên ku parastina wê şêwaza jiyanê kirin e. Yên ku bêne darizandin divê çeteyên DAIŞ û kesên ku ji wê qetlîamê re bêdeng mane ne. Em ê kesên ku êrîşê li gelê me û li deskeftiyê me dikin ê bidin darizandin. Serdestiya mêr a ku di tu qadê jiyanê de tehemûliya wî ji jinê re nîne bila baş bizanibe ku em jin dê têkoşîna xwe re berdewam bikin û dê gel ser bike.”