Kiryarê tecawizê û îşkenceya sîstematîk hat girtin 2021-05-18 13:28:57     DÊRSIM - Li Navçeya Xozatê Oktay Guler ê ku tecawiz, îşkenceya sistematik û gef li jina bi navê E.A. dikir hat girtin.   Li Gundê Kîlîseyê ya Navçeya Xozatê ya Dêrsimê Oktay Guler 7 mehan tecawiz, îşkence û gef li jina bi navê E.A. ya ku pê re dijiya, kir. Di dema E.A. agahî dide bavê xwe bûyer derdikeve holê. Bavê E.A.’yê di 14’ê Gulanê de diçê Fermandariya Leşkeriyê Navçeya Xozatê û di derheqê Oktay Guler de gilî dike. Piştî giliyê, Oktay ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin, lê belê ji ber ku E.A. li ser wî gilî nekir hatibû berdan. Di derheqê Oktay de tenê biryara “Dûrxistinê” hatibû dayîn.   E.A. ya ji aliyê malbata xwe ve rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê li wir rapora êrişê girt. Piştre çû Fermandariya Leşkerîyê ya Xozatê û di derheqê Oktay de gilî kir. Carekî din Oktay ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin û sewqî êdliyeya Xozatê kirin. Oktay ji hêla dadgeriya nobedar ve hat girtin.