ROJEVA 18'YÊ GULANA 2021'Ê 2021-05-18 09:00:00     *Karkerên çandiniyê têkildarî pirsgirêkên dijîn û qeyrana aboriyê diyar kirin ku tu fêdeya dewletê ji bo wan tune ye û wiha gotin: "Dewlet tu piştgiriyê nade karkeran. Dewlemendan dewlementir dikin û xizanan xizantir. Ava çemê me yê gund difiroşin me. Madem fêdeya dewletê ji bo me tune ye lê bila zirarê jî nede me." DÎMEN HEYE   *Ez her dem dibêjim: xwezî ez fêrî hemî zimanên cîhanî û yên hemî netew û miletan bibim da ez êş û janên miletê xwe û doza gelê xwe bigihînim wan bi awayên rast û dirust. Wan bi çand, huner û ramanên kurdî bidim nasîn. Her wiha ji wan re şîrove bikim. Min xwest ez bi van peyvan dest pê bikim da ez diyar bikim ku hînbûna mirov ji zimanan re ne şerm e eger ew li zimanê xwe guhdar û miqate be. JI PÊNÛSA JINAN   * Rêvebera Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Federal a Kurdistanê Mizgîn Ari, diyar kir ku niha li hemberî herêmê êrişek heye û got: "Divê jinên Kurdistanî li dijî êriş û dagirkeriyê bên cem hev û yekrêziya xwe avabikin. Bi taybetî jî jinên Başûrî li dijî dagirkeriyê bikevin nava hewldanan." BI DÎMEN    *Yek ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz ku bi salan e li dijî zext û êrîşên dewletê dest ji aştiyê bernade wiha got: “Heta em sax bin em ê aştiyê bixwazin. Em dayik in, zilmê naxwazin, li dijî şer in.”  BI DÎMEN    *Jinên ku li taxa Fîskayayê dijîn bal kişandin ser xizaniyê û gotin: "Xizanî pirsgirêka me ya sereke ye. Bi qedexeyan re em nikarin debara xwe ya rojanê bikin. Tu birça bimrî jî ne xema kesî ye!" BI DÎMEN    *- Endama Lijneya Rêveberiya MÇD’ê Sevîl Dogan da zanîn ku şewatên daristanan yek ji parçeyê "polîtîka bê mirovhiştinê" ya li herêmê tê meşandinê ye û got ew daristanan ji dewletê diparêzin û banga îstîfayê li rayedaran kir. BI DÎMEN