Meşa ciwanan a ber bi Dêrikê ve dewam dike 2021-05-17 16:57:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, meşa duh li Qamişloyê dabûn destpêkirin, ber bi navçeya Dêrikê ve didomînin.   Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê duh ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve bi dest meşeke dirêj kiribûn. Meşa ku bi armanca piştgiriya hemleya Bazên Zagrosê tê organîzekirin wê 3 rojan berdewam bike û wê li Dêrikê bi dawî bibe.   Duh meşa ciwanan gihîştibû Tirbêsipyê û îro ji sibehê ve ciwan meşa xwe ber bi Çilaxa û Girkê Legê ve didomînin.   Beşdarên meşê bi dirûşman şermezakirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan berz dikin   Li Tirbespiyê jî bi dehan şênî tev li meşê bûn. Tê payîn ku ciwan heta saetên êvarê  meşa xwe bidomînin û li navçeya Girkêlegê rawestin.