Li Şaxê zarokêk bi çekê hat birîndarkirin 2021-05-17 16:34:20   WAN - Li Navçeya Şaxê Şener Karataş, dotmama xwe D.K. bi çekê birindar kir. Hat diyarkirin ku xeteriya jiyana D.K. didom e.   Li Taxa Kaçît a Navçeya Şaxê ya girêdayî Wanê derket holê ku di 14’ê Gulanê de zaroka bi navê D.K. bi awayekî bi gûman  bi çekê giran birîndar bûye. Hat îdîakirin ku pismamê D.K. dema çeka xwe paqij dikê ew birindar kiriye.   Li gorî agahiyên hatinê girtîn D.K. ji ceynika xwe birîndar bûyê. Ew ewilî rakirinê Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê û piştrê jî birinê xweşxaneyek Wanê û li wir tê dermankirin.   Dermankirina D.K. di beşa lênêhrîna giran de berdewam dike.   Kiryar hat berdan   Hat zanîn ku roja bûyer qewimiyê kiryar Şener Karataş hatiyê binçavkirin û piştî polîsan îfadeya wî girtine, hatiyê berdan.   Hat diyarkirin ku D.K. ev 3 roj in li beşa lênêhrîna giran  tê dermarkirin û jiyana wê di bin xeterê de ye. Herwiha hat zanîn ku D.K. ji sedî 20 estengdara zîhni ye.