ÎHD: 26 sal in xizmên windayan têdikoşin 2021-05-17 14:05:38   STENBOL - Di çarçoveya Hefteya Windayên di bin Çavan de Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê da zanîn wê bi hinek çalakiyan balê bikşîne ser sûcê windakirina di bin çavan de û polîtîkayên bêcezahiştinê. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî ev bang kir:"Windayan bi saxî radestî malbatên wan bikin."   Komîsyona Dijî Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya xwe ya li navçeya Beyloglûyê têkidlarî 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan a Navneteweyî daxuyanî da û bernameya xwe ya hefteyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pandemiyê piraniya bernameyên wan bi awayekî online bên lidarxistin.    '26 sal in xizmên windayan têdikoşin'   Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Gulserenê, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi sedan welatî di bin çavan de hatine windakirin û li dijî vê rewşê bêdengiyeke mezin heye û wiha got: “Bêcezahiştin, polîtîkayeke bizanebûn û bipergalî ya dewletê ye. 26 sal in xizmên windayan têdikoşin. Ji bo bûyerên windakirinê divê têkoşîneke bi bandor bê dayîn.”   'Peymanê demildest îmze bikin'   Di berdewamyê de Gulserenê, bal kişand ser angaştên windakirinê yên di bin çavan de yên dema Rewşa Awarte (OHAL) ya sala 2016’an hat îlankirin û ev tişt got: “Windayan bi saxî radestî malbatên wan bikin. Berpirsyariya xwe ya li dijî windakirinên bi zorê bi cih bînin. Peymana Navneteweyî ya Derbarê Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirina bi Zorê de demildest îmze bikin.”   Di Hefteya Windayan de bername û çalakiyên bên lidarxistin wiha ne:   “* 19’ê Gulanê: Hasan Ocak û Ridvan Karakoç dê li Goristana Gaziyê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)   * 22’yê Gulanê: Wê Dayikên Şemiyê di hefteya 843’yemîn de çalakiya xwe bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * 25’ê Gulanê: Wê Dosya Cemîl Kirbayir, di paneleke online de bê nîqaşkirin. (20.00)   * 29’ê Gulanê:  Wê Dayikên Şemiyê di hefteya 844’emîn de çalakiya xwe bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * 30’yê Gulanê: Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê di paneleke online de polîtîkayên bêcezahiştinê nîqaş bike. (20.00)   * 31’ê Gulanê: Wê ÎHD li ber avahiya şaxa xwe ya li Beyoglûyê, derbarê bidawîbûna hefteyê de daxuyaniyekê bide çapameniyê. (19.00)”