Nivîskar û wêjekarên kurd: Di jiyana xwe ya rojane de bi kurdî biaxivin 2021-05-15 10:15:29   AMED - Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û Wêjekarên kurd bi minasebeta cejna zimanê kurdî daxuyaniyek dan. Nivîskar û wêjekaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku li malê bi zarokên xwe re, li cihên kar bi hevalên xwe re û di jiyana xwe ya rojane de bi kurdî biaxivin.    Bi minasebeta weşandina Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'yan de hat weşandin kurdan ev roj di sala 2006'an de wekî Cejna Zimanê Kurdî ragihandin û her sal di 15'ê Gulanê de ev roj bi girseyî tê pîrozkirin. Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û Wêjekarên Kurd jî ji bo ku balê bikişînin ser vê rojê daxuyaniyek hevpar weşandin û Cejna Zimanê kurdî pîroz kirin. Nivîskar û wêjekaran got ku Ew agirê berîya niha bi 88 salan ji hêla Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên wî ku hatîye vêxistin îroj jî rêya me ronî dike.    Daxuyanî wiha ye:    "Li paytexta Sûrî Şamê ji alîyê Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û rêhevalên wî bi tîpê latînî di 15 ê Gulana 1932 an de kovara Hawar dest bi weşanê kir û  heta sala 1943 an 57 hejmar hate çapkirin. Kovara Hawarê bi taybetmendîya xwe di dîrok, wêje û nivîsa Kurdî de cîhekî girîng digi re. Ew agirê berîya niha bi 88 salan ji hêla Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên wî ku hatîye vêxistin îroj jî rêya me ronî dike. Lewra jî ji 15 Gulan a 2006 an û wir de bi mebesta roja çapkirina kovara Hawar ê wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.    Kovara Hawar wekî mîlandê tê qebûlkirin   Kovara Hawar ê ji ber ku bi tîpê latînî cara yekem ji hêla Mîr Celadet ve hatîye çapkirin di dîroka zimanê Kurdî de wek mîladê tê qebûlkirin. Di vê rojê de wek ku Mîr Celadet Di kovara Hawarê de di nivîsa xwe de gotîye “Kurdîno malxerab no an nebêjin em Kurdin an jî bi Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin.” Di vê ku em jî vê gotina wî ji xwe re wek mirate qebûl bikin û di temamê qadê jîyanê de bi cî bînin.     Cejna zimanê kurdî rakirina ala têkoşînê ye   Cejna zimanê Kurdî li hember polîtîkayên bişavtinê xwezanîn, li hember sîyaseta tunekirinê liberxwedan û rakirina ala tekoşînê ye. Ji bo ku zordarî, penaberî û temamê zextên ku li ser me tên bi kar anîn têkvebiçe di vê ku em li zimanê xwe xwedî derkevin. Çawa ku do Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên xwe lê xwedî derketin li hemû qadên jîyanê emê jî lê xwedî derkevin.   Divê em dest ji perwerdeya ziman bernedin      Ev bişaftin û zext û zordarîyên ku bi salane li ser Kurdan didome, penaberîyên bi darê zorê û ji ber ku civaka Kurdan di perwerda ziman de bi şûnde maye bûye sedema ku Kurd zimanê xwe ji bîra bikin. Ji ber vê di çi şert û mercan de dibe bila bibe divê ku em dev ji ziman û perwerda ziman bernedin.  Em jî wek nivîskar û wêjekarên Kurd li qampanyaya ku bi pêşengîya Platforma zimanê Kurdî û Tora ziman hatîye destpêkirin “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” ji bo ku bigihêje armanca xwe xwedî derkevin.     Ji bo ku rihê Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên wî di goristana xwe de şad bibe divê Gelê Kurd çi bike;    *Li malên xwe bi zarokên xwe re, li cîyê karên xwe bi hevalên xwe re û di jîyana rojane de bi taybet bi Kurdî biaxivin.    *Di vê ku nivîskar, wêjekar û rewşenbîrên Kurd ji bo ku Gelê Kurd ew berhemên ku bi zimanê wan hatîye çapkirin bixwînin, ew bi xwe biwxînin û ji bo taybetmendîya ziman bi wan bidin famkirin, ji wan re bivin mînak.    *Ji bo rojname, kovar û pirtûkên bi Kurdî hatîne çapkirin bikirin û bixwînin Gelê Kurd hişyar bikin.    Bi kurtasî divê Gelê Kurd di her qadê jîyanê de li kesayeta xwe xwedî derekevE û tu carî gavê bi şunde navêjE. Herdem bi pêşde bimeşe, bixebite. Ji bo ku Zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn, zext û zorîyên li ser ziman bên rakirin tekoşîna xwe berdewam bikin. 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be."