‘Divê civak xwedî li ziman derkeve’ 2021-05-15 09:04:13   Sema Çaglak   AMED - Nivîskarên jin bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, li ser girîngiya zimên axivîn û diyar kirin ku jin bi zimanê xwe pêşengtiya civakê dikin.    Di 15'ê Gulana 1932'yan de Kovara Hewarê  yekem car li welatê Suriyeyê hat weşandin. Ev roj ji bo gelê kurd rojek girîn û taybet e. Her wiha gelê kurd di sala 2006’an ve vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Nivîskarên jin bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî, nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    Nivîskar Rengîn Kardelen di destpêka axaftina xwe de li ser girîngiya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî sekinî û diyar kir ku ji bo wê û ji bo gelek kurdan her roj 15’ê Gulanê ye. Rengînê da zanîn ku wê ji xwe re jiyaneke kurdewarî ava kiriye û wiha got: “Her roj bi kurdî dijîm. Bi kurmancî rojbixêrê li zarokên xwe dikim û bi wan re kurmancî dipeviyim. 15’ê Gulanê ji bo kurdan, ji bo edebiyata kurdan mîladeke gelekî girîng e. Ez vê rojê pir bi qîmet dibînim.”    ‘Jin bi zimanê xwe pêşengtiya civakê dikin’   Rengînê diyar kir ku jin bi rola xwe ya nivîskariyê pêşengtiya civakê dikin û wiha dom kir: “Mixabin nivîskarên jin di tevahîya cîhanê de li gora nivîskarên mêr kêm in. Di nav kurdan de ev rêje hîn kêmtir e. Bi rastî ez di vî warî de rola nivîskarên jin, di warê pêşketinê de bi qasî ya mêran dibînim. Ne zêdetir, ne jî kêmtir ê. Bandora jinan a li ser hemû civakê pir bi qîmet e. Jin wek hezkirî, wek mirov, wek jin bi taybetî têsîreke mezin  li ser civakê dikin. Dawiya dawî mêr ji dayikekê, ji jinekê ferî zimanê xwe yê zikmakî dibin. Di salên 1990’î de ji bo kurd ji zimanê xwe dûr bikevin digotin divê em ewilî dayikên wan fêrî zimanê tirkî bikin. Jin ew qasî li ser zimanê civakê bi bandor e. Ew kîjan zimanî bipeyive piranîya wê civakê, bi wî zimanî dipeyivin.”   ‘15’ê Gulanê li hemû kurdan re pîroz be’   Rengînê 15’ê Gulanê li hemû kurdan pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd bila her rojê wekî 15’ê Gulanê ye bijîn û qîmetê zimanê xwe bizanibin. Bi zarokên xwe re tenê bi Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî.. hwd) bipeyivin. Ev bes e ji bo her tiştî. Wek gotina dawî; Celadet û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Silav û hurmet ji bo hemû kedkarên zimanê Kurdî.”   ‘Divê civak xwedî li ziman derkeve’   Nivîskar Nadîre Guntaş Aldatmaz jî destnîşan kir ku di van salên dawî de gelek ziman ber xeterebûnê ve diçe û destnîşan kir ji bo ziman gelek çalakî pêk tên. Nadîreyê xwest ku divê civak ji her tiştî zêdetir balê bikişîne ser ziman û wiha axivî: “Divê em biaxivin, binivîsin. Eger wiha nebe, tu çiqas bixwazî jî Roja Zimanê Zikmakî wek rojek sembol dimîne. Ziman ji bo mirovan gelek girîng e. Lê ji bo jinan hîna girîngtir e. Ji ber ku, jin zarokan mezin dikin, tiştan fêrî zarokan dikin. Yanî ziman ji bo jinan, wek stratejîya hebûnê ye. Li gorî mêran, têkilîya jinê biz zimên  re zêdetir pêş ketîye. Di pêşketina zimanêkî de rola jinan zêde ye. Ji ber ku jin him li hundir bi zarokan re him jî li derve bi civakê re tim bi kurdî diaxivin. Bi vî awayî jin ji bo pêşketina zimanê xwe roleke mezin dilîze.”     ‘Di  zaravayê kirmanckî de pêşketin heye’   Nadîreyê diyar kir ku ji aliyê zaravayê kirmanckî de tim hesasîyeteke wê hebû û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de hin tiştên kirmanckî ji bo ku winda nebin min qeyd dikir. Paşê li Zanîngeha Artûklûyê  beşa zimanê kurdî vebû. Min jî wê çaxê dest bi nivîsê kir. Dema di sala 2010’an de me dest pê kiribû, em hîna gelek nû bûn. Zimanê me yê akademîk gelek kêm bû. Lê îro gava em lê dinihêrin pêşketinek mezin heye. ”    ‘Ji bo ku pêş bikeve divê teqez bibe zimanê perwerdeyê’   Nadîreyê dibêje ji bo ziman pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê zimanê perwerdeyê niha mimkin xuya nake. Loma eleqeya gel gelek girîng e. Em çiqas di aliyê akademî de kar bikin, makale û tezan jî binivîsin lê dema ku zarokên biçûk ziman hîn nebin ev ziman pêş nakeve. Divê hevok winda nebin, zarok hîn bibin.”    ‘Hîmê ziman, bi zarokan dest pê dike’   Nivîskar Xecê Rêdûr di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Zîkmakî li hemû çalakvan û dilsojên zimanê kurdî re pîroz kir û got. “Ji bo pêşketin û dewlemendiya hîmê zimên, divê em bi zarokan re dest pê bikin. Çima zarok. Eger bixwazî xaniyekî ava bikî divê ewil hîmê wê xurt ava bikî. Paşê dîwar çêkin û eger tu bingehê ava nekî ew dîwar wê hilweşin. Her xebatek ji bo ziman taybetmendiyek wê heye, lê ez li ser vê baweriyê me ku divê em ewil hîmê xwe ava bikin dûre em ê bigihêjin encamê.”   ‘Zarok bêyî zimanê xwe mezin dibin’   Xecêyê diyar kir ku divê jin him bibin rizgariya zimanê xwe him jî bi perwerdehiya zarokên xwe bibin pêşenga civakê. Xecêyê wiha bi lêv kir: “Ez wek rastiyeke civaka me dixwazim bibêjim ku têkiliya zarokên me bi ziman re gelekî lawaz û di astek herî binî de ye. Ji ber ku malbat ji bo zarokên xwe wan berheman bi kar nayînin  û zarokên xwe bê perwerdeya zimanê xwe mezin dikin. Dema dibînim nivîskarek bi hemû şert û mercên heyî yan neyî berhemekê ji bo zarokan çêdike lê mixabin bê bersiv dimînin. Ew berhem di weşanxane an pirtûkxaneyan de dirize. Her malbatek kurd divê xwe ji vê trajediyê biparêze û dereng nemîne. Him bibin hêviya nivîskarên me him jî bibin rizgariya bingeha ziman.”   ‘Bila zarok bi çîrokên zimanê xwe bi xew herin’   Xecêyê wiha bang kir: “Zarok jin û mêr bibin yek dest hîmê zimanê xwe ava bikin an na dê dîwarê me her tim bi ser me de hilweşe. Bes bibin dengê zarokên xwe. Bila pirtûkxaneyek biçûk ji pirtûkên zarokan di odeya zarokên we de hebe da her şevê bi çîrokên zimanê xwe bi xew herin.”   ‘Ziman û dayik girêdayî hevdu ne’   Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç jî bal kişand ser rola dayikan û destnîşan kir ku divê dayik hebûna xwe li her qadê bidin nîşandan. Fatêxanê da zanîn ew bi zimanê dayika xwe dinivîse û wiha got: “Ez wek dayikek kurd bi zimanê xwe dinîvîsim û dixwînim. Daxwaza min ji dayikan ew e ku bi zimanê  xwe bijîn. Bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe zarokan perwerde bikin. Divê em bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe bikenin. Zimanê kurdî di nav pêla asîmîlasyonê de bi xetereya windabûnê re rûbirû ye. Lewra divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin, em li hebûna xwe jî xwedî dernakevin. Em ê li her derê zimanê xwe bidin jiyîn. Jinê ji dîrokê  heta niha ziman bi awayekî devkî an jî dengbêjiyê gihand heta îro. Herî dawiyê jî, ez bang li hemû dayik, ciwan û jinan dikim ku bila ji zimanê xwe şerm nekin û ji zimanê xwe hez bikin.”