'Ger perwerde bi zimanê min ba ez ê bigihaştam xeyalê xwe' 2021-05-15 09:03:13   Medya Uren   MÊRDÎN - Rojname Elîşa ya ji derfeta perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hat hiştin û her xeyal dikir bibe parêzer wiha got:"Xwezî me bikariba bi zimanê xwe bixwenda û biaxiviya. Ger perwerde bi zimanê min ba ez ê bigihaştim xeyalê xwe."   Gelê kurd li Bakurê welat her tim ji mafê perwerdeyê û axaftinê yê bi zimanê dayikê bêpar hatiye hiştin. Wekî gelek zimanên li Tirkiyeyê ber bi tunebûnê ve çûne zimanê kurdî li ber xetereya tunebûnê ye. Zarokên bi zimanê dayika xwe diaxivin û mafê wan e ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin mixabin ji vî mafê xwe bêpar tên hiştin. Ji ber van sedeman bi hezaran zarokên kurdan terka dibistanan kirin. Rojname Elîşa ya 21 salî ye jî ji ber ku ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar tê hiştin mecbûr dimîne ku dev ji xeyalê xwe berde.    Rojname Elîş  di salên 2000’î de yên dîsa êrişên giran li ser kurdan hebû ji dayik dibe. Di wê pêvajoyê de gef û êrişek mezin li ser rojnamegeran jî pêk tê. Ji ber vê yekê jî malbata wê navê Rojname lê dike. Rojnameya li Qoserê tê dinê lê belê ji ber xizaniyê malbata wê koçî metropolên bajarên Tirkiyeyê dike. Rojnameyê jî li Manîsayê dest bi xwendinê dike. Lê belê ji ber bi zimanê dayikê perwerdeyê nabîne mecbûr dimîne terka xeyalê xwe bike.    'Ez tim biyanî mam'   Rojnameyê qala zarokatiya xwe dike û wiha pê de diçe:"Min di zarokatiya xwe de xeyalên mezin himbêz dikir. Lê min pir hêsan didît bawer im. Weke ji navê min jî tê zanîn em di pêvajoyek şer û nexweşiyê de hatin dinê û mezin bûn. Ji bo parastina gelên tên çewisandin û zilm lê tê kirin jî min dixwest ez bibim parêzer. Dibe ku ez bibama parêzera rojnamevanan. Lê xeyalên min piştî ku min dest bi dibistanê kir giran hat. Ne ku xeyalên min û xwestekên min ne bi hêz bûn, şert û merc giranbûn. Em ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatin hiştin."   'Roja yekem şikestina min a yekem bû'   Rojname li metropolê bi çend pismamên xwe re dest bi xwendinê dike. Rojname wiha qala dibistanê dike:"Ji bo dibistanê ez bawer im ku her zarok kelecanî dibe. Em xizan bûn, malbata min karker bû. Cil û bergên me jî bi wî rengî bûn. Rexmê wê kelecana bi min re min bi kesê re nedît. Lê roja yekem jî ji min re bû şikestinek mezin. Girseyek mezin li dora me bû, lê min kes fam nedikir. Tenê min li devê wan temaşe dikir  û êdî ez neaxivîm. Ger ez axivîbam wê zanîban ez ne ji wan im, ne wek wanim. Ez ê bêhtir hatibam dûrxistin."   'Ziman xeyalên min ji bîra min bir'   Rojnameyê bal kişand ser xeyalên xwe û wiha domand:"Her ku dem diçû ez bêhtir biyanî dibûm. Xeyalên min jî ji bîra min diçûn. Min şerm dikir, min xwe xerab hês dikir. Bi vî rengî 3 salên min derbas bûn. Her sal bi dehan caran mamoste gazî malbatê dikir. Diya min, metikên min tevan jî bi tirkî nedizanîn. Ji ber vê yekê jî tev bi hev re dihatin, ji bo fam bikin. Digotin pirsgirêkên Rojname yên axaftinê hene? Malbatê digot na li malê pir diaxive. Pismamên min jî di heman rewşê de bûn."   'Ger perwerde bi zimanê min ba ez ê bigihaştim xeyalê xwe'   Rojnameyê qala bûyerên ku ji bîra wê neçûne dike û wiha dibêje:"Qet ji bîra min naçe, pismamê min dixwest here destavê. Ji ber ku bi tirkî nedizanî dikir qêrîn. Mamoste jî lê dinêrî û xwe aciz dikir. Pêwîstî pê nedidîtin ku tercume jî bikin. Her roja me wisa derbas dibû. Zimanê me zimanekî qedexe bû. Di 3 salan de jî ez fêr nebûm û min dev ji dibistanê berda. Ev ne tenê berdana dibistanê bû terikandina xeyalên xwe bû. Min di hundirê xwe de mezin dikir. Heta roja îro jî di bîra min de ye. Xwezî me karîba bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin. Wê demê me yê xeyalên azad di hundirê xwe de mezin kiriban. Ger perwerde bi zimanê min ba ez ê bigihaştim xeyalê xwe."   'Bila zarok bikaribin bi kurdî xeyal bikin'   Rojnameyê da zanîn ku ew naxwaze zarok di qada axaftina ziman de zehmetiyan bibînin û wiha bi dawî kir: "Bila êdî zarokên me van şikestinan nejîn. Bila bikaribin bi kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakî xeyal bikin. Divê em ji bo pêşeroja zarok û civaka xwe hewil bidin. Bi sedan, bi hezaran zarok weke min dibistan terikandin. Hûn dizanin ew bandorên ku çêkirine heta mirov mezin dibe jî berdewam dike. Ji ber ku tu li wir biçûk tê xistin. Malbata te û tu nezan tê dîtin. Lê  êdî bes e!"