Li Hezexê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2021-05-14 14:09:23     ŞIRNEX - Li Gundê Evdika ya Hezexê jina 20 salî ya bi navê Leyla Dîzîn ku hat îdiakirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Evdika ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, do hatibû îdiakirin ku jina bi navê Leyla Dîzîn (20) întihar kiriye.  Pişî bûyerê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Li vir piştî mudaxeleyên hatin kirin sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin û birin beşa lezgîn. Hat zanîn ku tevî hemû mudaxaleyan Leylayê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Leylayê, ji aliyê malbata wê ve li Gundê Evdikayê dê bê definkirin.