Nobeta 'Edaletê' di roja 67'emîn de ye: Em bêdeng namînin 2021-05-14 10:50:52     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 67 roj in çalakiya nobeta 'edaletê' didomînin wiha gotin:"Em bi hêviya ku em ê bi roja edaletê pêk bê dijîn."   Malbata Şenyaşar a ji bo ferdên malbata xwe ku di êrişa parêzvan û alîgirên AKP’ê de hatin kuştin 67 roj in bi daxwaza “edaletê” çalakiya nobetê li dar dixin. Malbat ji ber qedexeya derketina derve çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.    'Em ê dev ji doza xwe bernedin'   Malbata Şenyaşar li ser malpera xwe ya  twittirê ya Wezareta Edaletê û Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul jî etîket kir wiha got:"Em ê li dijî vê bêedaletiyê tu carî bêdeng nemînin. Îdarekirina vê êş û bêedaletiyê çiqas zehmet be jî em bi hêviya ku em ê bi roja edaletê pêk bê dijîn. Em ê dev ji doza xwe bernedin û em bêdeng namînin."