Çalakiya greva birçîbûnê 169 roj in didome 2021-05-14 09:48:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 34'emîn 169 roj in didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 34'an 169 roj in didome.    Rojda Yildiz a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn heta ew bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin û wiha domand:"Em berê gelê xwe yê têkoşer û hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin. Hûn dizanin ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Kurdistanê hîn dewam dikin. Armanca çalakiya me ew e ku Rêber Apo di warê fizîkî de azad bibe. Gelê kurd dizane ku pêvajoya me derfet dît em têbikoşin bi saya fikir û îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Îro sîstema dagirker bi tecrîda li Îmraliyê dide meşandin dixwaze me ji felsefeya Rêber Apo dûr bixe. Lê belê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heta em bigêhêjin armanca xwe em ê xwedî li çalakiya xwe derkevin. Divê di destpêkê de jin û ciwan xwedî li serhildana li girtîgehan derkevin. Ev tecrîd herî zêde bandorê li ser jin û ciwanan dike. Em têkoşîna Rêbertî silav dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye dem dema serkeftinê ye. "