'Li her qadê bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin' 2021-05-14 09:01:42     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevseroka Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Nuran Kaplan, Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Divê desthilatdarî dev ji feraseta çewt berde û zimanê kurdî nas bike. Em ê li her qadê bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin.”   Di 15'ê Gulana 1932'yan de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li bajarê Şamê yê welatê Sûriyeyê hat derxistin. Di kovara Hewarê de yekem car, dîroka kurdan bi zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin. Kovara Hewarê heta 15’ê Tebaxa 1943’yan de 57 hejmar hat çapkirin. Taybetmendiya Kovara Hewarê di dîroka zimanê kurdî û çapemeniya Kurdî de girîng e. Ji ber vê taybetmendiyê gelê kurd ji 15’ê Gulana 2006’an ve vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.    Hevseroka Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Nuran Kaplan têkildarî mijarê axivî û got ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanekî fermî. Nuranê di despêka axaftina xwe de behsa girîngiya ziman kir û diyar kir, 15’ê Gulanê ji bo kurdan gelekî pîroz e. Nuranê di wê demê de çapkirina kovareke bi zimanê kurdî, ji bo zimanê kurdî wekî mîladekê dibîne û wiha axivî: “Roja derketina yekem a hejmara kovara Hawarê ji bo kurdan ne wekî derketina kovarek ji rêzê ye. Di heman demê de tê wateya şiyarbûn û hebûna kurdî jî.”   ‘Ziman ji bo gelan hebûn e’   Nuranê, destnîşan kir ku zimanê kurdî tevî hemû êrîş û astengiyan gihiştiye heta îro û êrîşên li ser zimanê kurdî wekî êrîşên li hemberî mirovahiyê hesiband. Nuranê, her wiha ziman ji bo gelan wekî hebûn, çand û dîrok dît û wiha domand: “Ziman ji bo me exlaq e. Dema ev êrîş û pişaftinên li ser zimanê me tên kirin, her wiha li dijî çand, exlaq û civaka me jî tê kirin. Lê belê zimanê kurdî di dîrokê de xwedî bingeheke kûr e. Her çiqasî êrîş û tundî li ser zimanê me tê kirin jî kes nikare zimanê me qedexe bike. Gelek sazî û dezgehên zimanê kurdî li dijî hemû êrîşan têkoşîn û xebatên xwe dimeşînin. Dê tu kes nikaribe zimanê me ji holê rabike û tune bike. Em ê li dijî hemû êrîşan xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ê li her qadê bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin.”   ‘Bila zimanê me bibe zimanê fermî’   Nuranê, diyar kir ku zimanê kurdî wek zimanê fermî nayê dîtin û ev tişt anî ziman: “Divê demildest desthilatdarî dev ji vê feraseta çewt berde û zimanê kurdî nas bike. Di vê serdema sedsala 21’emîn de şermeke mezin e ku zimanekî weke zimanê kurdî hêj qedexe ye. Ev demek e dirêj e ji bo zimanê kurdî bi fermî were qebûlkirin, ji hêla Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve xebata kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkirin. Divê gelê kurd bi dengekî bilind daxwaza xwe ya fermîbûna zimanê kurdî bîne ziman. Dê dewlet dawiya dawî neçar bimîne û zimanê me wek zimanê fermî qebûl bike. Bila gelê me li zimanê xwe xwedî derikeve. Ji bo zimanê me bibe zimanê fermî divê em piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyê. Daxwaza me ew e ku zimanê me jî wekî hemû zimanan, bibe zimanê fermî.”   ‘Pêvajoya pandemiyê bandor li ser zimanê kurdî kir’   Nuranê, da zanîn ku nexweşiya vîrûsa koronayê ku li hemû cihanê belav bûye bandora xwe li zimên jî kiriye û wiha dewam kir: “Bandora pêvajoya pandemiyê him li ser civakê û him jî li ser zimanê kurdî kir. Her wiha ev pandemî bandor li ser xebatên saziya me jî kir. Wekî tê zanîn dibistan girtîne û perwerdeya fermî jî rawestiyaye. Ji ber ku qedexe ye em nikarin qûrsên zimanê kurdî bi awayekî rû bi rû bidin destpêkirin. Di demên pêş de heke qedexe rabe elbet em ê jî wekî komele qûrsên li ser ziman û çanda kurdî bidin destpêkirin. Lê wê demê em ê wekî onlîne li ser înternetê hewl bidin ku qûrsên xwe bidin destpêkirin.”   ‘Bi rastî jî ev şermeke sosret e’   Nuranê, di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li zimanê kurdî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Divê di sêrî de em û civak rojekê tenê pişta xwe nedin zimanê xwe. Divê em bîst û çar saetan ji bo zimanê xwe şiyar bin. Ji ber ku zimanê me hêj jî qedexe ye. Şermeke mirovahiyê ye ku îro zimanê kurdî qedexe be. Ji ber vê yekê jî divê em bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin. Da ku civak jî piştgiriyê bide ziman. Hêj gelek kes hene di nav civaka me de bi çavekî çewt li ziman dinerin. Dibêjin ziman siyasî ye û ji zimanê xwe ditirsin! Ev şermeke ku mirov ji zimanê xwe bitirse û fêrî zimanê xwe nebe. Heta kengî dê kurd di nav qedexeya ziman de bijîn. Bi rastî jî ev şermeke sosret e. Pêwist e her ferdekî kurd di nav civaka xwe de li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji mala xwe dest pê bikin û heta jiyana li bajar û bazaran di her qadê de bi zimanê xwe biaxivin. Ên ku nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, divê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bike. Yên ku nizanibin biaxivin divê berî her tiştî xwe fêrî axaftina zimanê xwe bike. Îro derfet heye ku mirov hînî zimanê xwe bibe. Komeleyên zimanê kurdî, gelek malperên kurdî yên xebata ziman dikin, rojname, kovar, pirtûk û çapemeniya kurdî hene. Hemû kes bi van rêyan dikarin fêrî zimanê kurdî bibin. Bi hêvî me ku dê di demên pêş de bi têkoşîna îro tê meşandin zimanê kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyeke giştî.”