Li Mêrdînê bi çeka cerdevanan zarokek çû ser dilovaniya xwe 2021-05-14 08:54:13     MÊRDÎN - Li Mîdyadê zarokek ku 5 salî bû ji ber çeka bavê xwe yê cerdevan jiyana xwe ji dest da.    Li Bajaroka Xirabê Gura ya Mîdyada Mêrdînê do zarokek ku 5 salî bû û bi navê E.A. ji ber çeka bav teqiya jiyana xwe ji dest da. Li gor îdiayê dema xwişk/birayê E.A bi çekê dilîze çek diteqe. Li ser dengê çekê gundiyan xeber dan ekîbên tendirustiyê û ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê.    E.A ku rakirin nexweşxaneyê hat tedawîkirin lê belê E.A ku li beşa lezgîn dihat girtin jiyana xwe ji dest da.    Ji aliyê jendermayê têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.