Parêzeran li goristana tupên xwînê lê hatibûn dîtin lêkolin kirin 2021-05-13 17:44:46   AMED – Parêzerên OHD’yî piştî nûçeya, di beşa goristana bêkesan a li Goristana Yenîkoyê de, tupên xwînê yên veşartî hatin dîtin, çûn cihê bûyerê. Parêzerên li goristanê lêkolin kirin agahî dan rayedaran, da ku pêvajoyên hiqûqî yên pêwîst bidin destpêkirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Amedê, piştî nûçeya li ser malpera ajansa me hatibû weşandin a, di beşa goristana bêkesan a li Goristana Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Rezanê ya Amedê, tupên mînaka xwînê yên di bin axê de hatibûn veşartin, hatin dîtin, çûn cîhê bûyerê û li vir lêkolîn kirin.   Parêzara OHD’yî Gulan Çagin Kalelî agahî da ku nêzîkî 100 tup li wir hatine dîtin û wiha axivî: “Hin tup di bin axê de ne. Di hin tupa de jî şilavî heye, di hinakan de şileyî ya zer û di hinakan de jî  xwîna hevgirtî heye. Li ser wan nav, mînak, reqemên ATK’ê ya  aîde sala 2015-2016’ê dinivîsi. Me li vir lêkolin kir. Ji bo pêvajoyên hiqûqî yên pêwîst bidin destpêkirin me agahî da rayedaran.”    Piştî agahiye ekîbên polîsan hatin cîhê bûyerê tupên xwinê kom kirin agahî dan ku derheqê mijarê de lêkolin bê destpêkirin.    Dema sibehê welatiyên bi boneya Cejna Remezanê goristan ziyaret kirin, ev tupên xwînê dîtin. Li ser  tupên xwînê navê Elî Demîr, Ridvan Aksu, Ararat Unal, Gurbet Ergun, Medine Osman, Yusu Îpeksat, Mehmet Zahît O., Seyîthan Aydin, Kadîr Demîryûrek, Serdar Cengiz, Bilmez Koç, Çekdar A. û  Sozan, Ayran û Eroglu yên paşnavên wan ne diyar in dinivîse.    Her wiha li ser tupan CBS (Serdozgeriya Komarê) a Elîh, Amed, Mîdyad Merdîn, Farqîn dinivîsin. Bi dehan tup deforme bûne.