HDP’yiyan bi rêya onlîneyê cejin pîroz kirin 2021-05-13 16:42:47     ENQERE - Parlamenterên HDP’ê,  endamên PM’ê û MYK’yê yên HDP’ê, meclîsa jinan û ciwanan û rêxistinên navçe û bajaran bi rêya onlîneyê Cenjna Remezanê pîroz kirin. Di bernameya pîrozkirina cejnê de kêliyên hestewar hatin jiyîn.    Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP), Meclîsa Partiyê (PM), Endamên Rêvebirên Lîjneyê, Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan û rêvebirên navçe û bajaran bi rêya onlîneyê Cejna Remezanê pîroz kirin. Bi beşdariya pîrozkirina cejnê ya 500 kesî dîdbarên rengîn xuya bûn. Parlamenterên HDP’ê yên kevin û niha sirgûn in tevlî bernameyê bûn. Hevseroka Bajarê Mezin a Wanê ya şûna wê qeyyum hat tayînkirin Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir û pîrozkirina cejnê hêzê dide wan û cejna hemû kesên têdikoşin pîroz kir.     Endamên rêxistinên navçe û bajaran jî cejnên lê azadî, demokrasî û aştî tê jiyîn xwestin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi kurtasî axivîn.    ‘Hêvîdar im em di cejnên siberojê de hevdû hembêz bikin’   Pervînê anî ziman ku hevdîtina li ser onlîneyê ew hestiyar kiriye û wiha axivî: “Bi hezaran rêhevalên me di girtîgehan de rehîn tên girtin. Di serî de cejna rêhevalên me yên hatibûn hilbijartin û piştre hatin girtin pîroz dikim û slav, rêz û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Ez hevîdar im ku di cejnên siberojê de em ê hevdû hembêz bikin.”     ‘Em ê li rex gelê xwe bisekinin’   Pervînê di axaftina xwe de pîrozkirina cejna îro, xemgîniya xwe anî ziman û wiha berdewam kir: “Pandemî ji bo hemû cîhanê felaketek e. Yek jî welatê me ye. Ji ber desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare bi rêve bibin em îro cejnê di şert û mercên zehmet de pîroz dikin. Îro Îsraîl êrişî Filistinê dike, Tirkiye jî êrişî Başûr dike. Di van êrişan de gelek sîvîl jiyana xwe ji dest didin. Em berpirsyar in ku di siberojê cejnên bê şer û di bin rewşa azadî, wekheviyê û aştiyê de pîroz bikin.”   Pervînê di dawiyê de wiha got: “Bila îro kes li ber nekeve, em gelek xurt in. Îro ya herî zêde hêviyê dide gelan partiya me ye. Li Tirkiyeyê ji behra reş heya Kurdistanê neheqî li kê bê kirin em li hember vê neheqiyê disekinin. Di dîmenan de zarok jî hene. Ez ji çavên zarokan maç dikim. Ji we hemûyan re slav û hezkirina xwe dişînim."   Piştre Midhad Sancar axivî û got ew têkoşînek mezin dijîn û cejna hemû kesî pîroz kir.