Malbata Şenyaşar peyama cejnê da 2021-05-13 11:41:09     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di 66'emîn roja nobeta "edaletê" de bi boneya Cejna Remezanê ev peyam parve kir:"Em êşa xwe di dilê xwe de diçikînin."   Malbata Şenyaşar a ji bo ferdên malbata xwe ku di êrişa parêzvan û alîgirên AKP’ê de hatin kuştin 66 roj in bi daxwaza “edaletê” çalakiya nobetê li dar dixin. Malbat ji ber qedexeya derketina derve çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi boneya Cejna Remezanê ev peyam parve kir:"Em îro êşa xwe di dilê xwe de diçikînin. Em hêvî dikin kes vê êşa me nebîne. Cejna we bi xêr be."