Ji Hevserokên HDP'ê peyama cejnê 2021-05-13 10:35:39     ENQERE - Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî Cejna Remezanê de peyam weşandin. Di peyamê de cejna gelan hat pîrozkirin û hat gotin Ruhê cejnan ruhê aramî, aştî, piştgirî û piştevaniyê ye.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî Cejna Remezanê de peyam weşandin. Di peyamê de hat gotin di Cejna Remezanê ya îsal de em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî neheqî, zilm û zordariyê têkoşîna xwe ya heq û edaletê bilind bikin.    Di berdewamiya peyama cejnê de wiha hat gotin:   "Di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de em Cejna Remezanê ya 2021’an bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin. Li her aliyê cîhanê zalimên zordest, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Dixwazin zilm û tarîtiyê pêl bi pêl belav bikin û text û tacê xwe yê zordestiyê qayîm bikin. Li şûna biratiyê dijminahiyê, li şûna aştiyê şer, li şûna yeksaniyê stemkariyê li ser gelan ferz dikin.    Ruhê cejnan ruhê aramî, aştî, piştgirî û piştevaniyê ye. Ruhê biratî, dostanî û yeksaniyê ye. Em ê vê Cejna Remezanê jî, bi ruhê wê û wateya wê ya rasteqînî pîroz bikin. Di Cejna Remezanê ya îsal de em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî neheqî, zilm û zordariyê têkoşîna xwe ya heq û edaletê bilind bikin.    Cografyaya me wekî baxçeyê gelan, baweriyan û cudahiyan e. Nirxên qedîm ên mirovahiyê dewlemendiya me ya herî mezin e. Di vê cejnê de jî hêvî û daxwaza me ew e ku, li welatê me û li temamî cîhanê hemû duayên ji bo aştî û aramiyê, biratî, yeksanî, azadî û tenduristiyê tên kirin, biqebilin. Cejna Remezanê bibe wesîleya şîfaya xêrê ji bo hemû nexweşan û rojên xêr û bereket ji bo gelê me û temamî mirovahiyê.    Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be. Em hêvî û daxwaz dikin ku Cejna Remezanê ya îsal yekîtî, piştgirî û hevgirtina me xurt bike û aramî, azadî, xweşî, silametî û aştiyeke birûmet û mayînde bîne. "