Li Mexmûrê cejnê bi serdana goristanan dest pê kir 2021-05-13 09:07:25     MEXMÛR - Cejna Remezanê li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi çûyîna ser goristanên pakrewanan dest pê kir.   Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî cejna Remezanê ji berbanga sibehê de li mizgefta wargehê dest pê kir û piştî nimêja cejnê gel bi girseyî çûn ser gorên pakrewanan. Piştî goristanê gel bi heman awayî çûn cejna Saziya Malbatên Şehîdan û li wir jî li ser navê girseyê Mamoste Mele Şîrîn Çetîn axivî.    'Cejna tê wateya aştiyê'   Li ser navê Yekîtiya Oldarên Mexmûrê Mamoste Mele Şîrîn Çetîn cejna tevayî mirovatiyê pîroz kir û got:"Cejin roja ku mirov di nava xweşiyê de bijî û derbas bikin. Lê sed caran mixabin di vê rojê de ew kesên ku xwe weke misilman bi nav dikin li cihê rehmê û edaletê, kîn û qetlîamê dimeşînin. Zarokên me li hemberî zalimê xwînxwar di nava şerekî dijwar de ne. Dema mirov temaşe dike rastiya ol li ku derê ye û ev mirovên xwînxwar li ku derê ne. Em ê li beramberî van xwînxwaran xwe dilxweş û kêfxweş bikin ji ber ku em dixwazin ev şer nebe û heqê vê rojê bê dayîn. Weke yekgirtiyên oldarên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em xêrhatina we dikin, cejna Rêber Apo, cejna tevayî şervanên leheng û cejna we tevan pîroz be."   Merasîma Cejna Remezanê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.