Dayika bi salan e li hêviya lawê xwe ye:Têkoşîna me qet neqediya 2021-05-13 09:01:25     Medya Uren   MÊRDÎN - Fatma Etug û keça wê Zekîye Etug ên bi salan e li hêviya windayên xwe ne diyar kirin ku şîn û têkoşîna wan tu carî bi dawî nebûye û wiha gotin:"Me penaberî, zilm û qetlîam dît. Ji gundê me mêr kom kirin û birin. Ev 26 sal in em bajar bi bajar li wan digerin. Emrê me têr nekir em wan bibînin û mezelê wan av bidin. Şîn û têkoşîna me tucar neqediya."   Dewleta tirk bi hezaran gundên kurdan şewitand û vala kir. Gelek kes jî hatin qetilkirin û koçberkirin. Gelek kes jî aqubeta wan ne diyar e. Li hemberî vê zilmê jinên kurd her demê li berxwe dane. Yek ji gundên ku êriş li ser hatiye kirin Gundê Kerşafayê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye.     Fatma Etug (80) a ku ji salên 1995’an de hevjînê wê Mehmet Emîn Etug ji aliyê dewleta tirk ve hatiye windakirin û keça wê Zekiye Etug a (56) ku hevjînê wê ji ber gefan koç kiriye têkildarî bendemayîna windayên xwe û êrişên bi ser wan de hatine ji ajansa me re axivîn.   'Ji ber em kurd in me her tişt dît'   Fatma Etug da zanîn di gund de tiştê wan bi çavên xwe nedîtiye nemaye û wiha dewam kir:"Di salên 90’î de çend keçên ku ji gundê me bûn ji bo komkirina giyayê derdikevin û tevlî nava refên gerîla dibin. Yek ji wan jî keça min bû. Jixwe em di gund de hemû xizmên hev in. Yên din jî hemû nasên me bûn. Wê demê leşkerên tirk bang li bavên keçan dike. Gelek zilamên gund dikişînin qereqolê. Li wir wan winda kirin. Êdî me hew ew dîtin."   'Saxderketina me ya ji malê şansek e'   Fatmayê bal kişand ser îşkenceya li wan hatiye kirin û wiha pê de çû: "Îşkence  û tundî ji mala me kêm nebû. Her roj bi ser me de digirtin. Rojeke me rehet derbas nebû. Çend caran bi ser mala me de girtin û bi çekan êriş kirin. Ne qulek ne jî dîwarek ji me re hiştin. Bi çekên xwe her tişt ser û bin kirin. Saxderketina me ya ji malê şansek e. Em heta niha jî weke şansekê dijîn. Ji ber ku êrişên wan ji bo qetilkirinê bûn. Ne wijdan ne jî dil bi wan re hebû. Dixwestin xwîna me jî fir bikin. Dijminatiyek wisa di hindirê wan de hebû. Dema hevjînê min û xizmên me yên din ji aliyê dewletê ve hatin windakirin em çûn me li wan pirsî. Wan ji me re gotin 'keçên we çûbin ku ew jî li pey wan çûne'."   'Em ê li vê malê li benda wan be'   Zekiye Etug jî anî ziman ku ew gund bi gund bajar bi bajar li windayên xwe geriyane û wiha got:"Hevjînê min di nav de gelek kes jî neçar bûn ji warên xwe koçber bibin. Bavê min hat windakirin, erdên me bê xwedî man û zarokên me perîşan bûn. Tenê diya min di xanî de ma. Nexwest warê xwe berde. Bi israr li vê malê ma û got 'divê em li vir li benda windayan bin. Dibe ku werin me nebînin'. Hêdî bi hêdî bêhêvîtiye cihê van gotinan girt. Êdî ji bo hestiyên wan werin dayîn, ji bo mezelekî wan hebe em têkoşiya. Em gund bi gund, bajar bi bajar li wan geriya. Me nedît û niha diya min wê bi wê êşê can bide."   'Em ê li pey doza xwe bin'   Zekiyeyê bi lêv kir ku divê her dengê wan bê bilindkirin û wiha bi dawî kir: "Divê herkes li me xwedî derbiketa. Ji ber ku ev mijarek a mirovahiyê ye. Ji ber ku ya hatiye kirin bûyerek wehşet e. Divê dengê me hatiba bilindkirin. Lê herkes di vî alî de kêm ma. Em rexne dikin û em hêrsa xwe li dijî dewletê jî bi lêv dikin. Hestiyên me bidin me. Lê belê tucarî jî hûn nikarin me bitirsînin û ji dozê bixeyîdînin. Em ê li ser doza xwe bin. Em ê dev ji riya xwe bernedin. Heta ku windayên me werin dîtin jî em ê daxwaza wan bikin. Em ê hesabê wan bipirsin."