Penaberên jin ên hatin berdan, xistin bin karantînayê 2021-05-12 17:07:52     DENÎZLÎ - 4 penaberên jin ên bi hinceta beşdariya çalakiya Peymana Stenbolê bûne, li Navenda Şandina Paşve ya li Aydinê dihatin girtin, hatin berdan. 4 jin piştî hatin berdan bi derfetên xwe çûn bajarê Denîzliyê û piştî 5 rojan ew xistin bin karantinayê.     Li Qada Çinarê ya bajarê Denîzliyê di 20'ê Adarê de Esmaeîl Fattah, Leîlî Farajî, Zeînab Sahafî û Mohammad Pourakbarî Kermanî, yên penaberên Îranî  bi hinceta beşdariya Peymana Stenbolê bûne hatin binçavkirin û ew birin Navenda Şandina Paşve (GGM) ya li Aydinê. Di encama îtîraz û zextên raya giştî de 4 jin di 7’ê Gulanê de hatibûn berdan. 4 jin piştî hatin berdan bi derfetên xwe vegeriyan bajarê Denîzliyê û piştî 5 rojan ekîbên fîlyasyonê hatin malên wan û ew xistin bin karantinayê.     4 jin hatin agahdarkirin ku dema vegeriyane Denîzliyê di wesayeta ku ew lê siwar bûne de testa rêwîyekê erênî derketiye û derman dane 4 jinan. Her wiha hat zanîn ku 4 jin dê heta 17’ê Gulanê de di bin karantinayê de bin.     Daxwaza me, ya testê nehat qebûlkirin    Penaber Esmaîl Fattah, anî ziman ku piştî li GGM’ê hatibûn berdan daxwaza testê kirine lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Esmaîlê diyar kir ku ji memûran xwestine ku di bin çarçoveya tedbîrên coronayê de bi wesayîta saziyê wan bibin Denîzliyê lê ev daxwaza wan jî nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Wan bi me re belgeyên rêwîtîyê derxistin û me birin li otogarê hiştin. Me ji wan re got ku him tenduristiya me him jî tenduristiya mirovên li otogarê ne xisten bin xeterê lê guh nedan me. Em bi derfetên xwe hatin Denîzliyê. Vê sibehê ekîbên filyasyonê hatin malê, derman dan me û ji me re gotin ku em di bin karantinayê de ne.”    Esmaîlê destnîşan kir,  ji ber li avahiya GGM’ê testa wan a koronayê nehatiye çêkirin ew nizanin li ku derê bi mirovên rewşa wan erênî bû têkilî bi wan re hatiye dayîn û wiha dom kir: “Rayedarên Wezareta Tenduristiyê, agahî dan û gotin ku ji ber ku testa rêwîyekê erênî derketiye em xistinê bin karantinayê. Dîsa jî testa me çênedikirin, lê li ser israra me ekîba filyasyonê testa me girt. Em li benda encama testê ne.”