Sembola têkoşîn û berxwedanê: Asya Yûksel 2021-05-12 14:15:08   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Cizîra Botanê di serdema qedexeya derketina derve ya 14'ê kanûna 2015'an de yek ji kesên ku bi têkoşîna xwe hat naskirin Asya Yuksel a Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê bû. Asya bi berxwedan, têkoşîn û sekna xwe bû sembola jinên Botanê.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an hat îlankirin 79 rojan berdewam kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a ku got “Ez dayik im, çawa zarokên xwe bihêlim” heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Asya wekî gotina xwe kir, dest ji zarokên xwe berneda, hata dawî têkoşîna xwe bi zarokên xwe re di jêrzemîneke li Cizîrê de berdewam kir.    Têkoşîna xwe mezin kir    Asya ya dayika 2 zarokan bû. Asya ya ku hevjînê wê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wê Necmetîn Urun jî ji aliyê dewletê ve hatiye qetikirin, hêrsa wê ya li heberî pergalê zêdetir dibe. Asya Li dijî zextan têkoşîna azadiya jinê esas digire û ew wekî jinekê cihê xwe di nava siyasetê de digire. Asya, di sala 2005’an de li navçeya Qilebanê di bin banê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de tevlî  xebatên siyasî dibe û heta sala 2011’an jî li Şirnexê bi awayekî çalak dixebite. Asya, li bajarên wekî Sêrt, Êlihê jî demeke dirêj di nav xebatên jinan de cih digire û di sala 2015’an de jî dibe Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê. Asya di seranserê jiyana xwe de li pey heqîqetê çû, li hember zihniyeta serdest a mêr têkoşiya û heta ku ji vê cîhanê koç kir têkoşîna xwe berdewam kir.      Piştî sê mehan cenazeyê wê hat dîtin   Piştî ku Asya tê qetilkirin, cenazeyê ku dewlet teslîmî malbatê dike pêşî ji hêla malbatekê ve tê wergirtin û malbat dibê qey cenazeyê Asyayê û dibin defin dikin. Lê belê 3 meh şûnde piştî encamên DNA'yê diyar dibe ku şaşiyek çê bûye û vê carê malbata Asyayê cenazeyê wê ji nû de werdigire. Piştî ku cenazeyê Asyayê tê wergirtin, di 12'yê Gulana 2016'an de li Taxa Ozelî ya Qilebanê li cem gora birayê xwe Necmettîn Urun tê definkirin. Her wiha Asyayê wesiyet kiribû ku di dema definkirina wê de strana "Sê Jinên Azad" bê gotin. Gava hat definkirin heman stran hatibû gotin û wesiyeta wê hatibû bicihanîn.    Hevseroka Partiya Demorkatîk a Gelan(HDP) ya navçeya Qilebanê Mûzeyyen Rûstemoglu ku bi Asyayê re xebitiye behsa têkoşîna wê kir.   ‘Ji doza xwe gelek hez dikir’   Mûzeyyenê, diyar kir ku bi Asyayê re di sala 2009’an de dest bi xebatên siyasetê kiriye û wiha got: “Hertim li dijî fikrên feodal serî rakir. Min siyaset bi heval Asya nas kir. Di sala 2009’an de heval Asya li navçeyê di rêvebiriya partiyê de cih digirt û xwest ez jî tevlî xebatên partiyê bibim. Wê demê min jî bi heval Asya re di nav xebatên siyasî de cih girt. Wê demê li navçeyê di partiyê de bi tenê em herdu jin bûn. Me hemû xebat bi hev re dimeşand. Me ji doza xwe gelek hez dikir û me li dijî zext û zilmê tu carî gav paşve neavêt.”   ‘Ew sembola têkoşînê bû’   Mûzeyyenê, destnîşan kir ku Asya bi hêz û têkoşer bûye û wiha pêlda axaftina xwe: “ Têkoşîn û berxwedana Asyayê bandora erênî li ser me dikir. Asya tim li hember zilmê serî rakir. Asya bi dil û can tevlî xebatan dibû. Asya ji jinên Botanê re bû sembol. Em ê xwedî têkoşîn û berxwedana wê derbikevin. Em ê jinên Botanê têkoşîna wê bidomînin. Asya ji aliyê hevalan ve jî gelek dihat hez kirin.”