Li Mexmûrê greva birçîbûnê 146 roj in didome 2021-05-12 13:09:18     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 74’yemîn 146 roj in çalakî didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî bi 74'an 146 roj in didome.