Meclîsa Îştar: Em ê xwedî li mîrateya Leyla Qasim derkevin 2021-05-12 13:06:48     MEXMÛR - Koordînasyano Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi minasebeta salvegera darvekirina Leyla Qasim daxuyaniyek da û got: "Li Kurdistan û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê bi sedan Leyla rabûn û li hemberî zilim, dagirkerî û dijminê Gelê Kurd şer dikin ala Leyla Qasim bilin dikin. Ev berxwedan berdewame û wê heya serkeftina mirovahiyê jî bidome.     Bi minasebeta salvegera roja darvekirina Leyla Qasim, Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Bi giştî mirovahî û bi taybetî jî Kurdistanî şahidiya gelek bûyer û serpêhatiyên jinên şoreşger, têkoşer û lehengeran kiriye. Di hemû qadên jiyanê de jin xwediyê ked û rolekî girînge, ligel dîroka jinê nehatiye nivîsandin jî di çîrok, serpêhatî û stranan de gelek bûyer û lehengiyên hatine jiyîn bi awayekê xwe gihandine roja me ya îro.   Dîroka jinê jî ji serhildana Îştar, heta Tîamat, ji berxwedana jinên kurd ku di bin navê serhildana Sorka Alem de li hemberî artêşa Îskenderan serî rakirîn, ji Jan Dark heta Rosayan, ji Besêyan heta Sakîne, ji Leyla Qasim heta Leyla Agirî xelekekî berxwedanê mina çemekê diherike.   Her tim di nava berxwedaneke dayîmî de nin     Li Kurdistanê jin sedsal in bi du nasnameyan têkoşînekî bêhempa didin meşandin. Jin li hemberî pergala baviksalarî ku jinê ji hemû mafê jiyanê mehrûm dike, mina mal û milkê xwe diyar dike û li aliyekê jî ji bo parastina xak, ziman, çand û netewa xwe li hemberî dagirkerên li ser xaka xwe di nava serhildan û berxwedanek dayîmî de ne.   Girêdana jinê ya bi axa re dihêle ku jin ji bo azadiya welat fedekarî û bedelên mezin bide û tu caran teslîmiyet û îxanetê nepejirîne. Ji ber vê yekê Qumriyên Keleha Dimdimê, xwe di kelehê de avêtin û xwe berdan Çemê Mûnzurê. Besêyan xwe di zinarên Dêrsimê de avêtin. Leyla Qasim jî yek ji wan jinên ciwane ku di temenê xwe yê ciwantiyê de dikeve nava lêgerîna azadiyê û li hemberî dagirkerên Kurdistanê serî radike.    Jinên kurd tu carî teslîm nabin   Di salên 1970'an de dema xwendevana zanîngehê ya beşa civaknasiyê bû, dikeva nava lêgerîna azadiyê, dagirkeriya li ser xaka xwe napejirîne û li hemberî vê di nava xwendevanan de dest bi rêxistinkirina ciwanên kurd dike. Dema xebatên rêxistinkirinê dide meşandin leşkerên rejîma Bassê yên Iraqê ji xebatên wan agahdar dibin û dikevin pey wan di encam de sala 1974'an de li gel havalên xwe Cevad Hemewendî, Nerîman Fuat Mestî, Hesen Heme Reşît û Azad Silêman Mîran tên girtin. Di encama îşkenceyên giran de dixwazin ku Leyla û hevalên wê teslîm bibin, lê dinya alem dizane ku jinên kurd tu carî li hemberî dagirkeran çok daneynîn. Ji ber vê yekê bêyî ku radest bibin bi xwendina sîroda netewî di 12'yê Gulana 1974'an de hatin darvekirin. Li carek din dîrok şahidiya lehengî û cesareta jina kurd û binketina rejîma dagirker kir.   Em ê xwediyê mîrasan wan a dîrokî dervin   Li Kurdistan û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê bi sedan Leyla rabûn û li hemberî zilim, dagirkerî û dijminê Gelê Kurd şer dikin ala Leyla Qasim bilin dikin û li Heftanîn, Zap, Metîna û Garê destanên dîrokî dinivîsinîn. Ev berxwedan berdewame û wê heya serkeftina mirovahiyê jî berdewam bike.   Em ê bi azadkirina Kurdistanê, azadkirina jinan, parastina nirxên mirovahiyê, hilweşandina dagirkeriyê û kelehên zilmê ala Leylayan bighînin lutkeyê û bi serkeftinê tacîdar bikin. Bi vî şêweyî em dikarin rihê hemû şehîdan şad bikin û bibin rêhevalên wan, bibin xwediyê mîrasa wan ya dîrokî."